Telal Mihemed: Divê gelê Kurd li hemberî dewleta Tirk serî hilde

Telal Mihemed bang li gelê Kurd kir ku li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê serî hilde û banga hesabxwestinê ji hêzên hevkarên dewleta Tirk kir.

Telal Mihemed: Divê gelê Kurd li hemberî dewleta Tirk serî hilde
10 sibat, 2021   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ji saetên şevê ve çiyayê Garê yê Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin. Di van kêliyan de li herêmê di navbera HPG`ê û artêşa Tirk a dagirker de ku bi rêya helîkopteran leşkerên xwe danîn, şerekî giran rû dide.

Ev yek piştî ku PDK`ê di 25`ê Mijdara 2020`an de hêzên xwe yên taybet "Hêza Gulan" ên girêdayî Mesrûr Barzanî li herêma Garê û Metîna bi çekên giran bi cih kirin, pêk hat.

Hêzên PDK`ê tevî hişyariyên HPG`ê li gundewarên Sehil Nehlî ya herêma Garê û derdora navçeya Çemankê bi cih bûne û li herêmên şervanên HPG`ê belav bûne û hêzên xwe venekişandin.

Li gorî Mevlut Çavuşoglu li ser Twitterê belav kir, bicihkirina hêzên PDK`ê li herêmên navborî piştî serdana serokê herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Fewzî Herîrî, Kerîm Şengalî, Sefîn Dizayî û Felah Mistefa ji Enqereyê re û civîna wan bi wezîrê karên derve yê dewleta Tirk  Mevlut Çavuşoglu re, lihevkirina her du aliyan li ser şerê li dijî PKK`ê, hate kirin.

Di vê derbarê de hevserokê Partiya Aştî ya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed wiha got: "Ev êriş ne nû ne. Ji berê de plana wê hatiye kirin. Armanca tunekirina têkoşîna gelê Kurd  di kesayeta tevgera rizgariya Kurdistanê ye."

Telal Mihemed wiha domand: "Tişta ku ji gelê Kurd tê xwestin ku li hember êrişên dewleta Tirk û sûcên ku dike, serî hilde. Ji ber ku dewleta Tirk hebûna gelê Kurd, doza wî û hemû hêzên kurdistanî dike hedef.”

Mihemed tekez kir ku divê hêzên kurdistanî alîkariyê bi dewleta Tirk re nekin, rewabûnê nedin êrişên wê, bi taybet PDK`ê û wiha domand: "Dem dema yekitiya hêzan li hember dijminê dîrokî yê gelê Kurd e, ne dema hevkariya bi dijmin re ye.”

Di dawiyê de hevserokê Partiya Aştî ya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed destnîşan kir ku derfeta vê yekê heye, hemû geşedanên herêmî û navneteweyî vê yekê eşkere dikin û bang li gelê Kurd kir ku serî hildin, hesab ji hêzên ku alîkariya dewleta Tirk dikin, bixwazin.

(bx)

ANHA