HPG: Dagirkeriya Tirk ji Garê ve dest bi dagirkirina Başûr kiriye

HPG`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker qadê Garê dest bi operasyoneke dagirkirinê kiriye û şer berdewam dike. Her wiha da zanîn ku Helîkopterên Kobra û Skorsky ji Başûrê Kurdistanê ve hatine qadê.

HPG: Dagirkeriya Tirk ji Garê ve dest bi dagirkirina Başûr kiriye
10 sibat, 2021   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

HPG'ê di derbarê operasyona dagirkirinê ku duh bi şev li ser qada Garê dest pê kiriye de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

JI HEWAYÊ VE BOMBARDÛMANEKE GIRAN LI GARÊ KIRIN

"Artêşa Tirk 10'ê Sibatê saet di 03:00 de li herêma Garê dest bi operasyoneke berfireh kiriye. Ji saet 03:00 ê şevê heta saet 06:00 ê ber destê sibehê, zeviyên gundên Gundê Gûzê, Meyrokê, Siyanê, Çemşerîtkê, Yekmalê û Kanîsarkê yên herêma Garê û Deşta Kafya, Deşta Nehlê bi balafirên keşfê û şer bi dehan carî hatin bombekirin.

Derdora gundê Çemrobotkiyê saet di 04:30'an de du caran, serê sibehê jî carekê bi balafirên şer hate bombekirin.

Helîkopterên Kobra jî di heman demê de derdora gundên Yekmalê û Siyanê bombebaran kirin.

LEŞKER DANÎN GUNDÊ SIYANÊ, ŞER DIQEWIME

Li gel bombardûmana balafirên şer û helîkopterên Kobra, dagirkeran xwe li gundê Siyanê danîn. Li vê derê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer derket, şer hîn jî dewam dike. Hêzên me li helîkpoterên Kobra û Skorsky ên dagirkeran xistin, helîkopterên dagirkeran piştre ji herêmê çûn.

Dagirkerên ku tevlî vê operasyona ji bo dagirkirina Garê bûne, ne ji Bakurê Kurdistanê lê belê ji Başûrê Kurdistanê bi helîkopterên Kobra û Skorsky hatin herêmê."

ÊRIŞÊN HEWAYÎ

HPG'ê li ser êrişên hewayî yên li herêmên din jî agahî da. Di vê der barê de wiha hate gotin: "30'e Çileyê di saet 12:10'an qada Aris Faris a herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombebarankirin.

30`yê Çileyê di saet 12:00 de qadên Cîlo ya Biçûk û Karker ên herêma Zapê bi balafirên şer hatin bombekirin.

2`yê Sibatê di saetên di navbera 10:30-12:30'an de derdora gundê Şînê yê çiyayê Mamentiyê ya herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombebarankirin. Ji ber vê bombardûmanê ziyan li bax û baxçeyên gundiyan bû."

HÊZÊN PARASTINA HEWAYÎ YÊN ŞEHÎD DELAL LI GIRÊ MÊRGANIŞÊ ÇALAKÎ KIRIN

HPG'ê li ser çalakiya Hêzên Parastina Hewayî jî ev agahî da:

"Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' 9'ê Sibatê di saet 07:30'an de li dijî dagirkerên li ser girê Mêrganîşê yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi amûrên hewayî çalakiyeke bombeyî kirin. Ev çalakî bi rengekî serketî pêk hat."