Dewleta Tirk azarên malbatên astengdar zêdetir kirin

Koçberên Girê Spî yên ku astengdaran xwedî dikin, di dabînkirina pêdiviyên tenduristiyê de li gel rewşên koçberkirinê azarên giran dikişînin. Rêveberiya kampê li gorî derfetên xwe alîkariyan pêşkêş dike.

Dewleta Tirk azarên malbatên astengdar zêdetir kirin
Dewleta Tirk azarên malbatên astengdar zêdetir kirin
Dewleta Tirk azarên malbatên astengdar zêdetir kirin
Dewleta Tirk azarên malbatên astengdar zêdetir kirin
Dewleta Tirk azarên malbatên astengdar zêdetir kirin
Dewleta Tirk azarên malbatên astengdar zêdetir kirin
Dewleta Tirk azarên malbatên astengdar zêdetir kirin
10 sibat, 2021   09:34
EYN ÎSA

Bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên di 9’ê Cotmeha 2019’an de zêdetirî 100 hezar kes ji kantona Girê Spî û gundewarên wê neçarî koçberiyê bû, her wiha dewleta Tirk a dagirker mal û milkên wan desteser kirin.

Meclisa Kantona Girê Spî kampa koçberên Girê Spî di 22’yê Cotmeha 2019’an de li nêzî gundê Til Semin ê gundewarên bakurê Reqayê ava kir û nêzî 3 hezar û 531 koçber pêşwaz kirin, lê koçberên dîtir li Reqa, Tebqa û gundewarên wan belav in.

Rêveberiya kampê ya girêdayî Meclisa Kantona Girê Spî li gorî derfetên xwe pêdiviyên koçberan mehane ji her malbatekê re peyda dike. Di heman demê de rêveberiya kampê derfetên kar li hundirê kampê bi hevkariya rêxistinan dabîn dike.

Li kampê, gelek malbat astengdaran  xwedî dikin. Ev yek azarên koçberan zêderie dike, ji ber ku rêxistinên mirovî yên ku di kampê de kar dikin, rewşa wan paşguh dikin.

Ev malbatên ku astengdaran xwedî dikin, neçar dibin ku alîkariyên xwarinê bifiroşin da ku lêçûna dermankirinê dabîn bikin.

Dayika ciwanê bi navê Hafiz ê ku mêjiya wî mezin nabe, Meryem Ehmed got piştî wan debara qûta xwe ya berê  di encama koçberkirina wan ji Girê Spî de, ji dest da, neçar ma ku tiştên ku rêveberî dide wan, bifiroşe da ku kurê xwe derman bike.

Meryem Ehmed piştrast kir ku tu rêxistinan alîkarî, tevî serdanên bi zêdetirî 10 caran, pêşkêş nekirine.

Têkildarî mijarê, dayika zaroka bi navê Îsraa, Hilwe Silêman destnîşan kir ku her tim pêlên kehrebeyê di bedenê keça wê de hene, bi wê re neçar dibin ku Îsraayê li ser hesabên xwe bibin nexweşxaneyên Reqayê û ji ber ku rewşa wan a madî ne baş e, nikarin lêçûnên tedawiyê bidin.

Hejmara astengdarên li kampa koçberên Girê Spî 91 e, her wiha Desteya Tenduristiyê ya kantona Kobanê di demeke berê de 5 kursî dan wan.

Di vê çarçoveyê de, endamê rêveberiya kampê Elî El-Ebo wiha axivî: "Rêxistin ji wan hejmara nexweşên astengdar dixwaze, lê heta vê kêliyê tu alîkarî pêşkêş nekirine."

El-Ebo wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em her tim derfetên kar ji malbatên astengdar re dabîn dikin, da ku lêçûnên tedawiyê ji nexweşên xwe re peyda bikin."

(fr)

ANHA