Rojnamegerên Kurd: PDK’ê bi dijminên Kurd re hevkar e

Siyaseta ku PDK’ê dimeşîne, xeteriyekê li ser Kurd û Kurdistanê çêdike. Rojnamegerên Kurd dibêjin, PDK’ê bi dijminên Kurd re hevkar e û li gorî zihniyeta eşîrtî tev digere, her wiha tevahî însiyatîfên yekitiyê têk dibe.

Rojnamegerên Kurd: PDK’ê bi dijminên Kurd re hevkar e
10 sibat, 2021   00:43
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Siyaseta PDK’ê bi awayekî mezin bandorê li gelê Kurd dike, ji ber ku hevkariyê bi dijminên kurdan re dike û berjewendiyên xwe yên teng li ser berjewendiyên gelê Kurd re digire. Rojnamegerên Kurd diyar kir ku di encamên van siyasetan de fermaneke nû li dijî êzidiyan pêk hat û dewleta Tirk a dagirker derbasî Başûrê Kurdistanê bû.

Girêdayî mijarê, rojnameger Îbrahîm Êzidî wiha got: "Ez naxwazim zêde têkevim nava dîroka PDK’ê. Ji ber dîroka wê baş tê naskirin. Lê belê ez ê hin bûyerên ku şahidên wê bûm, vebêjim. Di destpêkê de PDK’ê civaka Êzidî di nava pencên çeteyên DAIŞ’ê de hişt û ev jî rastiyeke ji tevahî cîhan û civaka Êzidî re eşkere ye. Li gel wê jî bûme şahidê ku çawa bi hezaran hêzên PDK’ê Şengal hişt û civaka Êzidî radestî çeteyên DAIŞ’ê kir."

Êzidî wiha domand: "PDK’ê idîa dike ku ew partiyeke demokrat e, lê di rastiyê de ew partiyeke îslamî ya radîkal e û her tim li dijî civaka Ezidî ye. Di 1975’an de û di encama têkiliya di nava PDK’ê û hin êzidiyan de êzidî ji çiyayê Şengalê hatin dûrxistin bi dehan ji gundên li çiyayê Şengalê hatin hilweşandin, tevahî gund di gundekî de dûrî herêmên çiya hatin komkirin. Belê bi vê yekê qirkirina bedenî pêk nehat, lê derî li pêş qirkirina nû vekir û tirs xiste nava civaka Êzidî."

 ‘JI BER NÊZÎKATIYÊN PDK’Ê 796 KES ŞEHÎD BÛN’

Îbrahîm Êzidî destnîşan kir ku piştî hilweşîna hikumeta Baasê, PDK’ê yekser Şengal bi rê ve bir. Di 14’ê Tebaxa 2007’an de bi rêya 4 erebeyên bombebarkirî li herêma Gir Izêr û Sîba Şêx rêzeteqîn çêbûn. Ew erebe di 4 bendên kontrolê yên PDK’ê re derbas bibûn. Bi wê re eşkere bû ku vê siyaseta radîkaliya PDK’ê li hember civaka Êzidî sepand.

Di wê demê de, Heyva Sor a Iraqê da zanîn ku di encama teqîna erebeyên bombebarkirî de hejmara qurbaniyan gihaşt 796’an û zêdetirî hezar û 562 kesan birîndar bûn. Her wiha piştî derbasbûna hêzên Amerîkayê li Iraqê ev êrişa herî bi xwîn e û piştî êrişên 11’ê Îlonê, ji hêla hejmara qurbaniyan ve êrişa duyemîn e.

Îbrahîm Êzidî da zanîn ku piştî teqînên li dijî Girê Izêr û Sîba Şêx û heta beriya Tebaxa 2014’an, civaka Êzidî ji hêla PDK’ê di gelek astengiyan re derbas dibûn, jê jî revandin û qetilkirin e.

 ‘PDK’Ê, CIVAKA ÊZIDÎ DI NAVA PENCÊN ÇETEYÊN DAIŞ’Ê DE HIŞT’

Piştî serweriya çeteyên DAIŞ’ê li ser Mûsilê û vekişîna artêşa Iraqê ji derdora Şengalê, PDK’ê cebilxane û hêzeke leşkerî ya mezin sewqî Şengalê kirin. Ev tevgerê xweşbîniyek xiste dilê civaka êzidî. Lê bi êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên di 3’yê Tebaxa 2014’an ên li dijî Şengalê de, hêzên PDK’ê bêyî ku guleyekê jî biavêjin ji Şengalê vekişîne û civaka Êzidî di nava pencên çeteyên DAIŞ’ê hişt.

Têkildarî mijarê, Îbrahîm Êzidî wiha axivî: "Piştî vekişîna hêzên PDK’ê ji Şengalê, civaka Êzidî xeteriya vê partiyê li ser civaka êzidî, ol û çanda êzidî nas kir. Di wê demê de civaka Êzidî zanî ku plana li dijî wan ji aliyên DAIŞ, PDK û dewleta Tirk ve ye, armanca ji wan planê jî, têkbirina civaka Êzidî bû."

Êzidî eşkere kir ku rizgarkirina Şengalê, civaka Êzidî xwe bi piştevaniya HPG, YPG û YPJ’ê yên ji bo parastina civaka êzidî ji qirkirinê derbasî herêmê bûne, xwe bi rêxistin kir. Bi wê re jî plana PDK’ê, Tirkiyê û DAIŞ’ê bi bin ket.

Êzidî piştrast kir ku planên PDK’ê yên li dijî civaka Êzidî heta piştî vekişîna wê ji Şengalê û hiştina civaka Êzidî bi tenê li hember qirkirinê jî, ranewestîne û wiha domand: "Ji lew re piştî destpêkirina hemleya rizgarkirina Şengalê ji DAIŞ’ê, careke din PDK’ê vegerî Şenglê û hin ji hêzên wê beşdarî hemleya rizgarkirinê bûn û li gelek cihan bi cih bûn û hewl da fîtneyan di nava şêniyan de bi der xin, hejmareke şênî li herêmên ku bi cih bûne qetil kir û mal û milkên gundiyan dizîn  û talan kirin."

 ‘XANESOR ŞAHIDÊN SÛCÊN PDK’Ê YE’

Êzidî got, PDK’ê her tim hewl dide vîna civaka Êzidî bişkîne, pêngavên wê yên yekemîn, di 3’yê Adara 2017’an de bû dema PDK’ê hêz û çeteyên Roj sewqî herêma Xanesorê kir û wiha pê de çû: "Armanc ji vê gavê ew bû ku li hember civaka Êzidî bisekinin. Êzidî xuya kir ku armanca ji tevgera çeteyên Roj ên ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatin perwerdekirin, ew e ku gelê Rojavayê Kurdistanê û civaka Êzidî li hemberî hev derxîne û rûyê şêniyên Rojava yên ku piştevanê yekemîn ê civaka Êzidî li dijî êrişên DAIŞ’ê bûn, bê reşkirin. Civaka Êzidî plana dewleta Tirk û PDK’ê ve nasî û bi zanabûn ber bi mijarê ve çû û êrişên wan ên ku bûne sedema şehîdbûna hejmarek ji êzidiyan têk birin.

Îbrahîm Êzidî di dirêjahiya axaftina xwe de wiha got: "Piştî têkbirina êrişa li dijî Xanesorê, li gorî agahiyên ku PDK’ê dane dewleta Tirk a dagirker, balafirên şer ên dewleta Tirk herêma Xanesorê bombebaran kir, gelek navend û nuqteyên YBŞ’ê armanc kirin."

Êzidî eşkere kir ku di 17’ê Mijdara 2017’an de, hêzên PDK’ê ji herêmên ku lê bi cih bûne, vekişîn û rê ji bo derbasbûna Heşd El-Şebî ji Şengalê re vekir. Wê demê YBŞ û YJŞ'ê plana PDK’ê ya bi armanca lidarxistina şerekî di navbera YBŞ’ê û Heşd de nas kir. Ji lew re YBŞ’ê bi Heşd El-Şebî re li hev kir û ew hêz bi awayekî fermî hat îtîrafkirin ku hêzên parastina Şengalê ne.

Hewldanên PDK’ê yên vegera li Şengalê û ferzkirina desthilatiya xwe li dijî civaka Êzidî û jinûvebelavkirina wê, kêliyekê jî ranewestîne. Hewldana dawî jî, ew e ku di 9’ê Cotmeha 2020’an de bi sponseriya dewleta Tirk peymanek bi hikumeta Bexdayê re hat îmze kir. Armanca PDK’ê ji vê peymanê ew bû ku brêvebirina Şengalê ji destê êzidiyan bi derxe.

Rojnameger Îbrahîm Êzidî behsa xeteriya siyasetên PDK'ê kir û got, siyasetên PDK’ê ne tenê li dijî Şengalê, di heman demê de li dijî Başûrê Kurdistanê jî xeteriyeke mezin e û wiha domand: " PDK’ê bajarên di bin serweriya xwe de, mîna Hewlêr û Dihokê bêyî tu şertan radestî dewleta Tirk a dagirker kirin. MÎT’a Tirk bi dehan baregehên leşkerî û nivîsgeh li wan bajaran ava kirin, bi sedan sîxur li wir çêkirin. Bi wê re dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê parêzgeke girêdayî xwe dihesibîne.

Êzidî  di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser van xalan: "Li Başûrê Kurdistanê tu kes nikare li dijî dewleta Tirk a dagirker biaxive û dema biaxive tê girtin. Lê şêniyên herêma Behdînanê li dijî PDK’ê disekinin, lê tenê ev têrê nake û divê tevahî gelê Başûrê Kurdistanê li dijî vê partiyê serî hilde."

‘PDK’Ê BÊ NAVBER HEVKARIYÊ BI DIJMINÊN KURD RE DIKE’

Li aliyekî din jî pisporê kar û barên Rojhilatê Kurdistanê Emîr Ehmedî diyar kir ku siyaseta PDK’ê li ser tevahî gelê Kurd xeteriyek e, PDK’ê her tim bi dijminên gelê Kurd re tev digere, bi hemû hêza xwe hewl dide çi çalakiya Kurd li Kurdistanê derbe bike, mîna çawa berê li Rojhilatê Kurdistanê kiriye.

Ehmedî wiha got: "Di salên 80’î de, bi navê fermandariya demkî û bi hevkariya bi hikumeta Îranê fermandarên şoreşê hatin tesfiyekirin, ev yek hatiye belgekirin. Beriya wê jî PDK’ê hevkarî bi Riza Şahê Îranê re kir û tevgera şoreşgerî ya Kurd li Îranê derbe kir."

Ehmedî destnîşan kir ku PDK’ê bi dehan şoreşger, têkoşer û fermandar tesfiye kirine û cenazeyên wan radestî îstîxbarata Îranê (Safak) kirine.

Ehmedî îşaret pê kir ku ji xeteriyên herî girîng ên ku PDK’ê li ser Kurd û Kurdistanê çêdike, têkbirina tevahî însiyatîfên bi hewldana yekitiya Kurd e û wiha pê de çû: "Tevgera Azadiya Kurdistanê ji salan ve, hewl die yekitiya Kurd ava bike. Lê PDK’ê van însiyatîfan têk dibe."

Ehmedî axivî ku PDK’ê di siyasetên xwe de metoda eşîrtî bi kar tîne û ji bo wê berjewendiyên gelê Kurd û doza wê ne girîng e û hewl dide vê siyasetê bi rêya alîgirên xwe li ser Rojhilatê Kurdistanê jî ferz bike.

Ehmedî da zanîn ku ji ber siyaseta PDK’ê ya eşîrtî rewşa aborî ya li Başûrê Kurdistanê hilweşiye û divê gelê Kurd dersan ji vê siyasetê bigire û got: "Siyaseta vê partiyê li ser Kurd xeter e."

(fr)

ANHA