​​​​​​​SOHR: Di fakulteya leşkerî ya Helebê de teqîn çêbûn

SOHR ragihand ku di hundirê fakulteya leşkerî ya bajarê Helebê de teqîn çêbûn.

​​​​​​​SOHR: Di fakulteya leşkerî ya Helebê de teqîn çêbûn
9 sibat, 2021   18:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) got, di fakulteya leşkerî ya herêma Ramûsa ya Helebê de teqîn çêbûn, beriya wê dengê guleyan hatin bihîstin.

Medyayên ser bi hikumeta Şamê ve jî gotin: "Teqînên li otostrada Hemdaniya encamên pirsgirêke teknîkê ye ku di hundirê fakulteya leşkerî ya herêma Ramûsayê de ye û ne encamên êrişî an jî kiryarekî texrîbî ye."