Hêzên Rûsyayê parzûngehên petrolê li gundewarên Helebê topbaran kirin

Hêzên Rûsyayê yên li baregeha Himêmîm, herêma safîkirina petrola xam a li bejahiya Helebê ya ku dewleta Tirk dagir kiriye, topbaran kir. Di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

Hêzên Rûsyayê parzûngehên petrolê li gundewarên Helebê topbaran kirin
9 sibat, 2021   19:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku ji baregeha Rûsyayê ya Himêmîm moşekên erd-erd ber bi bejahiyên Helebê ve avêtin.

SOHR’ê da zanîn teqînan herêma safîkirina petrol xam a li gundê Terhîn ê li başûrê Cerablusê yê li bejahiyê rojhilatê Helebê hejand û got, di encama avêtina moşekan de herî kêm du 2 kes hatin kuştin û hin jî birîndar bûn û rewşên wan giran in.

(fr)