Şervan Derwîş: Artêşa dagirker hewl dide eniyên şer mijul bike

Şervan Derwîş bal kişand ser êrişên dawî yên hêzên dagirker ên li ser gundên Minbicê û got, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl dide eniyên şer mijul bikin. Derwîş diyar kir ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê di çarçoveya mafên parastina rewa de bersiva êrişan didin.

Şervan Derwîş: Artêşa dagirker hewl dide eniyên şer mijul bike
9 sibat, 2021   04:07
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Tevî ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê aliyên ku garantorên agirbestê  hene, lê dîsa jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê"Artêşa Nîştimanî ya Sûrî" êrişên xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji gundewarên rojavayê navçeya Zirganê dest pê dikin û heta bi bajarokê Eyn Îsayê, Minbic û kantona Şehbayê didomînin.

Hemwextî êrişên domdar ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Eyn Îsayê, çeteyên bi navê"Artêşa Nîştimanî ya Sûrî" gundên li aliyê bakur û rojavayê bajarê Minbicê bi çekên giran topbaran dikin.

Artêşa Tirk a dagirker ji baregehên ku li herêmên dagirkirî ava kirine bi çekên giran êrişî gundên El-Şaşat, Erbei Kîlo, Ewn Dadat, Ereb Hesen û Um Edesê û gundê El-Cat ên bakurê rojhilatê Minbicê dikin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê da xuyakirin ku ev êriş ji baregehên dewleta Tirk ên li gundên Um Rewsa ya Jor ku dikeve bakurê rojhilatê bajarê Minbicê û ji gundê Qîrata yê bakurê Minbicê pêk tê.

Têkildarî zêdekirina êrişan û hewldana çeteyan ên dagirkirina nuqteyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û gundên rizgarkirî, berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ji ANHA'yê re axivî.

Şervan Derwîş got:"Sûcên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li dirêjahiya herêmên nêzî xetên bi hêzên me re yên li aliyê bakur û rojavayê bajarê Minbicê ranewestiyane. Hêzên dewleta Tirk û çeteyên wê rojane gundên tije sivîl dikin armanc û li eniyan jî hêzên me şantej dikin. "

Şervan Derwîş behsa êrişa duh a bi çekên giran a li ser gundên Minbicê kir û diyar kir ku ev êriş piştî têkbirina hewldana çeteyan a ketina gundên rizgarkirî û nuqteyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê pêk hatin.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş wiha axaftina xwe dewam kir: "Şervanên me di çarçoveya mafên parastina rewa de hewldanên çeteyan ên dawî têk birin û birîndar û kuştiyên çeteyan çêbûn."

Şervan Derwîş ev xalên li jêrê rêz kirin: "Ji ber ku artêşa Tirk a dagirker dixwaze eniyan mijul bike van êrişan pêk tîne. Di heman demê de ji ber ku hemwextî êrişên dawî  yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di serî de êrişên li dijî Eyn Îsayê û herêmên Şehbayê pêk tîne."

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş wiha gotina xwe bi dawî kir: "Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê mafên parastina rewa bi kar tînin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dê êrişên xwe li ser herêmê ranewestînin û li benda wexteke guncaw in ku herêmên nû yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirk bikin."

(eh)

ANHA