Li Misirê gereke nû ya civînên komîteya destûrê ya Lîbyayê dest pê dike

Îro li bajarê Xerdaqa yê Misirê tê payîn gereke nû ya civînên komîteya destûrê ya Lîbyayê dest pê bike.

Li Misirê gereke nû ya civînên komîteya destûrê ya Lîbyayê dest pê dike
9 sibat, 2021   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya El-Beyan, wê şandeyên parlamento, meclisa şêwiriyê ya dewletê, komîseriyahilbijartinan, hejmarek pisporên qanûna destûrî, nûnerên şandeya Neteweyên Yekbûyî li Lîbyayê û komîteya Misirê ya girêdayî dosyaya Lîbyayê, beşdarî civînê bibin.

li gorî rojnameya ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, di civînê de wê mekanîzmeya lidarxistina hilbijartinan di dema ku hatiye diyarkirin de, rojeveke sereke be.

Wezareta Derve ya Misirê, di 20'ê meha borî de bi daxuyaniyekê ragihand ku Misir li bendê ye ku di meha Sibatê de bi amadebûna komîseriya niştimanî ya bilind a hilbijartinan li Lîbyayê, gera sêyemîn û ya dawî ya destûrê lidar bikeve û nexşereyeke ji bo hilbijartinan û Referandûm, were diyarkirin.

(dx)