Li Kobanê komkirina îmzeyan a li dijî dagirkeriya Tirk didome

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê li dijî dagirkirina Bakurê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve, hemleya komkirina îmzeyan li navçe û bajarokên herêmê dewam dike.

Li Kobanê komkirina îmzeyan a li dijî dagirkeriya Tirk didome
9 sibat, 2021   09:22
 KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan di 20`ê Çileyê de û hemwextî nêzîkbûna salvegera 3`yemîn a destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagiker li ser katnoan Efrînê, bi dirûşmeya “Na ji dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyê re, erê ji darizandina Erdogan re” dest bi hemleya komkirina îmzeyan kiribû.

Hemle bi beşdarbûneke berfireh ji aliyê gel ve dewam dike. Li Hemû gund û navçeyên girêdayî kantona Kobanê ji bo komkirina îmzeyan sendoq hatine danîn.

Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan li hemû navçe û bajarokên herêma Firatê komîte û kom ava kirine, da ku di nava şêniyên gund û deverên dûr de digerin û şêniyan jî tevlî hemleyê bikin.

Endamê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Arif Balî têkildarî hemleyê ev agahî da: “Di 20`ê Çileya borî de me dest bi hemleya komkirina îmzeyan kir. Ji ber ku di wê rojê de êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Efrînê dest pê kir. Em dixwazin bi rêya hemleyê hejmareke mezin ji îmzeyan li herêma Firatê kom bikin û ji cîhanê re nîşan bidin ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkeran li herêmên xwe qebûl nake. Her wiha bi wê yekê em ê bersiva gefên dewleta Tirk a faşîst li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin.”

Balî diyar kir ku ew hêvî dikin ku piştî îmzeyan radestî Komkara Welatên Ereban û NY`yî bikin, sînorek ji sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî re bê danîn û rê li guhertina demografiya herêmê piştî koçberkirina şêniyên resen ji herêmên wan, bê girtin.

Balî bang li pêkhateya Ereb kir ku dewleta Trik wan ji bo guhertina herêmê, tîne herêmên Kurdan û destnîşan kir ku divê Ereb çavên xwe vekin û bibînin ku çawa dagikreriya Tirk wan bi kar tîne û zarokên wan ji bo şer dişîne Lîbya, Ermenistan û herêmên din da ku berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn pêk bîne.

Li gorî ku Arif Balî diyar kiriye, heta niha ji hemû bajarok û navçeyên herêma Firatê 21 hezar îmze hatine komkirin. Balî her wiha daxuyand ku hemle bi piştgirî û destekdayîna şêniyan û sazî û navedên sivîl ên herêmê heta demeke ne diyar wê berdewam bike.

Arif Balî destnîşan kir ku dema ku hemle bi dawî bibe dê Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyaniyeke fermî ji raya giştî re parve bike. Dê piştre berê xwe bide aliyên têkildarî mafên mirovan da ku daxwazên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirk û sûcên wê li herêmê, raber bike.

Tê payîn ku piştî îmze bên komkirin, ji bo Komkara Welatên Ereban û Neteweyên Yekbûyî (NY) bên şandin.

(cx)

ANHA