NY banga vegerandina jinan û zarokên di nava kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir

Pisporên mafên mirovan ên girêdayî NY banga vegerandina bi deh hezaran jin û zarokên DAIŞ`î yên di kampên Hol û Roj li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kirin.

NY banga vegerandina jinan û zarokên di nava kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir
9 sibat, 2021   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Pisporên Neteweyên Yekbûyî şert û mercên li kampên Hol û Roj ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi "Nemirovî"wesifand. Derbarê vê mijarê de pirspora têkoşîna li dijî terorê Fionwala Ni Olin ji Dengê Amerîkayê re axivî û got: “Ev mijar gelek girîng e. Metirsî hene ku nexweşiyên mîna kulbûna pişik û nexweşiyên din ên xeter di nava zarokan de belav bibin.”

Fionwala Ni Olin wiha domand:"Av jî pir kêm e. Destav û gelek pêdiviyên din peyda nabin.

Di van kampan de zêdetirî 64 hezar kes heye ku piraniya wan jin û zarok in.

Kampa Hol ji xetertirîn kampên penaber û koçberan e.

Fionwala Ni Olin destnîşan kir ku di nava kampê de 4 kes bi vîrusa koronayê ketine, ji ber wê hişyarî da ku heke vîrus belav bibe, dê pirsgirêkên dîtir bi xwe re çêke.

Berpirsên NY dibêjin ku gelek dewlet dudilî ne ku jin û zarokan vegerînin ji ber ku piraniya wan malbatên DAIŞ`î ne.

Di hewldanekê de ji bo ku helwesta wan bê guhertin, derdora 20 pisporên mafên mirovan name ji 57 dewletan re şandin da ku hemwelatiyên xwe vegerînin.

Pirspora têkoşîna li dijî terorê di dawiya de got nepêkane ku ew jin û zarok ji ber têkiliyên xwe yên malbatî neçar bimînin di van şert û mercan de bijîn.

(şx)