Rojnameyên erebî: Welatiyên Tirkiyê ji Erdogan dixwazin îstifa bike

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî rewşa Tirkiyê, rewşa Sûdanê û hikumeta nû û dosyaya Lîbyayê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Welatiyên Tirkiyê ji Erdogan dixwazin îstifa bike
9 sibat, 2021   08:21
NAVENDA NÛÇEYAN

‘WELATIYÊN TIRKIYÊ JI ERDOGAN DIXWAZIN ÎSTIFA BIKE..’

Piştî hemleya çewisandinê ku gelek dezgehên çapemeniya azad hatin girtin û rojnamevan û çalakvanên medeya civakî hatin giritn, welatiyên Tirkiyê dijberiya xwe ji Erdogan re li ser medyaya civakî tînin ziman. Têkildarî mijarê, rojnameya El-Ereb nivîsî: “Hin aktîvîstên medya civakî yên Ereb û yên ser bi Îxwanan ve li dijî haştaga #Cumhurbaşkanıİstifa ku banga îstifakirina Erdogan dike, haştagekî din bi sernavê #ErdoganinYanindayiz anku #Bi-Tayyîp-Erdogan re belav kirin û tekez kirin ‘ev şerekî li dijî Îslamê ye’.”

Tevî ku kesên Erdogan li ser medyaya civakî rexne kirine, dê rastî tawana “heqareta li serok” bên jî, lê medyaya civakî bûye rêbaza tekane ku welatiyên Tirkiyê bi rêya wê dijberiya xwe ji Erdogan re tînin ziman. Li gorî madeya 299`an a qanûna cezayan a Tirkiyê, “Heqareta li serok” wekî sûc tê pejirandin û heke kesek bi wê yekê bê tawanbarkirin dibe ku heta 4 salan cezayê girtinê lê were birîn, heke “heqaret” bi awayekî eşkere jî bê kirin, dibe ku dema girtinê zêdetir be.

Erdogan ku her tim li dijî wî li ser medyaya civakî hemleyên daxwaza îstifakirinê pêk tên jî, qet behsa redkirina gel nake û careke din tekez dike ku opozîsyona li pişt wan hemleyan e.

Bi rêya haştagê #Bi-Tayyîp-Erdogan-Re yê bi zimanê erebî, îxwaniyan wekî her car bi rêya xîtabên hestiyarî û olî parastina Erdogan kirin. Hinekan jî got "dijberên Îslamê şerekî li dijî Erdogan dimeşînin".

LI SÛDANÊ HIKUMETA DABEŞKIRINA PARTIYETÎ YA JI 26 WEZÎRAN

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî behsa hikumeta nû ya Sûdanê kir û wiha nivîsî: “Serokwezîrê Sûdanê Ebdullah Hemdûk koma hikumeta xwe ya duyemîn a ji dema hilweşandina rejima Omer El-Beşîr ve, ragihand. Koma hikumetê ji 26 wezîran pêk tê, ku navên 25 wezîran eşkere kir lê navê wezîrê perwerde û fêrkirinê taloq kir.”

Diyar e ku di koma hikumeta nû de, dabeşkirina partiyetî serwer e. Hevbendiya hêzên “lihevkirina azadî û guhertinê” ku lêvegera siyasî ya hikumeta demkî temsîl dike û hevkarên El-Selam ên li ser “lihevkirina azadiyê” erê kirine û partiya Neteweya Nîştimanî, li ser komê serwer in. Hin cih jî ji hêza leşkerî ya hikumeta demkî re hiştin.

 ÎXWANÊN LÎBYA..TÊKÇÛNA LI CINÊVÊ PLANA HEGEMONIYÊ TÊK BIR

Rojnameya El-Beyan jî behsa têkçûna Îxwanan a di hegemoniya li ser hikuemta demkî ya nû de, kir û wiha got: “Encamên ku Îxwanên Lîbya ji hevdîtina diyaloga siyasî ya li Cinêvê hêvî dikirin, pêk nehatin û namzetê wan ê sereke ji bo meclisa serokatiyê Xalid El-Muşrî beriya çend saetan ji hilbijartinên ku roja înê pêk hatin, ji pêşbirka hilbijartinan vekişî. Her wiha namzetê wan ê ji bo serokatiya hikumetê Fetihî Başaxa bi ser neket.”

Welatiyên Lîbyayê encamên Cinêvê wekî têkçûna koma Îxwanan û projeya wan û têkbirina plana wan dibînin.

(cx)