​​​​​​​'Hikumeta Şamê bi siyasetên xizankirinê armanc dike ku şênî tev li komên çekdar bibin'

Li herêmên Dêrazorê yên di bin serweriya hikumeta Şamê de ji ber paşguhkirinê qada çandiniyê paş ketiye. Şênî dibêjin, hikumeta Şamê bi siyasetên xizankirinê dihêle ku şênî tev li komên çekdar bibin.

​​​​​​​'Hikumeta Şamê bi siyasetên xizankirinê armanc dike ku şênî tev li komên çekdar bibin'
​​​​​​​'Hikumeta Şamê bi siyasetên xizankirinê armanc dike ku şênî tev li komên çekdar bibin'
​​​​​​​'Hikumeta Şamê bi siyasetên xizankirinê armanc dike ku şênî tev li komên çekdar bibin'
​​​​​​​'Hikumeta Şamê bi siyasetên xizankirinê armanc dike ku şênî tev li komên çekdar bibin'
9 sibat, 2021   05:18
DÊRAZOR

Ji ber nepeydakirina mazot û semadê, bihabûna tovan û tunebûna piştevaniyê ji aliyê komeleyên cotkariyê yên girêdayî hikumeta Şamê ve, beşa çandiniyê li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê ya li Dêrazorê de bi paş ketiye.

Cotkar û şênî azarên van pirsgirêkan dikişînin, ji ber ku çandinî çavkaniya aborî, bazirganî û mirovî ye.

Rûbera zeviyên çandiniyê yên herêmên Dêrazorê yên di bin serweriya hikumeta Şamê de nêzî 470 hezar û 500 hêktar e.

Berê, ev rûber bi rêjeya ji sedî 86 bû ku bi rêya bîr û çemê Firatê yan jî bi rêya projeyên avê yên li gundewarên Dêrazorê dihat avdan, lê niha ev rêje bi awayekî mezin bi paş ketiye.

Sedemê vê yekê paşguhkirina ji aliyê hikumeta Şamê ve ye ku piştevahiya qada çandiniyê nake û pêwîstiyên cotkaran ji sotemenî, semad û tovên çandiniyê peyda nake. Bi wê re cotkar neçar dibin ku berê xwe bidin sûka reş, da ku pêdiviyên xwe dabîn bikin, lê ev lêçûnê zêde dike û pirî caran zirareke mezin didin.

Bihaya lîtreya mazotê li sûka reş dighêje 800 lîreya Sûriyê, bihaya kîloyek semada urya bi hezar lîreya Sûriyê ye, her wiha bihaya kîloyek genim  bi 750’î û bihaya kîloyek ceh bi 650’î lîreya Sûriyê ye. Lê ev made li sûkên herêmê tune ne.

Ev hemû bandoreke neyênî li rewşa çandiniyê kir û paşguhkirin bû sedema kêmbûna genim ku bi xwe re aloziyeke mezin çêkir, jê dabînkirina nan û fişareke mezin li ser firinan çêbû.

 ‘HIKUMETA ŞAMÊ BI PAŞGUHKIRINÊ, DIHÊLE KU COTKAR TEV LI KOMÊN ÎRANÊ BIBIN’

Girêdayî mijarê,  Ji cotkarên herêma Mohesin a rojhilatê Dêrazorê S.N ê 45 salî ku bi sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bikin got, ji 2012’an û ji dema serweriya komên çete li herêmê  ve rewş krêt bûye, piştre bi serweriya çeteyên DAIŞ’ê li ser rûbereke mezin ji zeviyên çandiniyê rewş krêtir bû.

S.N da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê alavên çandiniyê, mîna traktor û jenator û hwd dizîn, ji wê zêdetir jî ji ber ku herêma Mohesin li aliyên rojhilatê balafirgeha Dêrazorê ya leşkerî bû zeviyên çandiniyê bi rêya kolandin û çêkirina barîkatên axê xirab kirin.

S.N wiha domand: "Piştî serweriya hikumeta Şamê li herêmê di 2017’an de, piraniya cotkaran çandinê berdan, ji ber bihabûnê û nepiştgiriya ji aliyê hikumeta Şamê ve ji beşa çandiniyê re. Ji wê zêdetir jî bi dehan cotkarên li herêmê di encama teqîna mayînan d nava zeviyan de de jiyana xwe da."

Li aliyekî din jî X.M ku cotkarek ji gundê Şemîtiyê yê li rojhilatê Dêrazorê ye diyar kir ku wî di 4 salên borî de gelek cureyên sebzeyên zivistanê, mîna baqil, sîr û xes çandin, lê niha ew nikare biçîne.

X.M piştrast kir ku ew di peydakirina mazotê de û bihabûna heqdestê karkeran de astengiyan dikişînin, li gel wê jî astengiyên neistiqrariya bihayên pêdiviyên çandiniyê, mîna sotemenî, semad û hwd de dikişînin.

X.M eşkere kir ku di encama wan tevahî astengiyan de, piranî cotkaran karên çandiniyê berdan û wiha got: "Cotkarên ku çandinî berdane, tev li komên çekdar dibin, di nav de milîsên girêdayî Îranê."

Krîza li Sûriyê bandor li tevahî beşên jiyanê kir. Qada çandiniyê ji sedî 50 zirar dît û di encama cezayên li dijî hikumeta Şamê de barê cotkaran zêde bû, ji ber hikumeta Şamê nikare pêdiviyên cotkaran dabîn bike. Li gel wê jî nirxa lîreya Sûriyê li hember pereyên biyanî daket.

(fr)

ANHA