'Di parastina ewlehiyê de em xwe dispêrên gelên xwe '

Samiya El-Xeşûf destnîşan kir ku şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê bi sûcên qetilkirinê hewl didin fitneyê di navbera şêniyên herêmê de derxînin û got: "Di parastina ewlehî û aramiya herêmê de em xwe dispêrin şêniyên xwe."

'Di parastina ewlehiyê de em xwe dispêrên gelên xwe '
9 sibat, 2021   01:49
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Di 22`yê Çileya derbasbûyî de çeteyên DAIŞ`ê Hevseroka Meclisa Bajaroka Til El-Şayir a navçeya Deşîşa ya kantona Hesekê Seida El-Hermas û cîgira wê Hind El-Xidêr qetil kirin.

Berpirsa Nivîsgeha Partiya Nûjenî û Demokratîk a Sûriyê ya li Şedadê Samiya El-Xeşûf axivî û da zanîn qetilkirina xebatkarên saziyên Rêveberiya Xweser hewldaneke ji bo derxistina fitneyan û têkbirina ewlehiyê ye.

Samiya El-Xeşûf destnîşan kir ku şaneyên DAIŞ`ê ji bo xizmeta  hin aliyan dixebitin, rasterast kesayetên sivîl, nûnerên eşîran û karmendên sivîl ên di nava saziyên Rêveberiya Xweser de dikin hedef, armanca wan tirsandina şêniyan e.

Samiya El-Xeşûf di berdewamiya axaftina xwe de got: " Di parastina ewlehî û aramiyê de em xwe dispêrin şêniyên herêmên xwe ku li dijî planên terorîst ên ku bê cudabûn her kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin hedef, disekinin."

Samiya El-Xeşaf di dawiya axaftina xwe de eşkere kir ku çeteyên DAIŞ û kesên piştgiriya wan dikin hewl didin projeya Rêveberiy Xweser a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lawaz bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/plygPC5Dw4c" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>