Li kampa Serêkaniyê dibistanek ji bo xwendekarên koçber hate vekirin

Bi armanca berdewamkirina xwendina xwendekarên ku ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker ji Serêkaniyê derketin, Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Hesekê li kampa Serêkaniyê dibistanek vekir.

Li kampa Serêkaniyê dibistanek ji bo xwendekarên koçber hate vekirin
Li kampa Serêkaniyê dibistanek ji bo xwendekarên koçber hate vekirin
Li kampa Serêkaniyê dibistanek ji bo xwendekarên koçber hate vekirin
Li kampa Serêkaniyê dibistanek ji bo xwendekarên koçber hate vekirin
Li kampa Serêkaniyê dibistanek ji bo xwendekarên koçber hate vekirin
Li kampa Serêkaniyê dibistanek ji bo xwendekarên koçber hate vekirin
8 sibat, 2021   13:54
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi nave "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê" yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, gelê van herêman koçber bû. Ji bo bicihkirina van koçberan, Rêveberiya Xweser tevî rewşa dijwar û ambargoya aborî ya li ser herêmê, deriyên dibistanan ji koçberan re vekirin.

Rêveberiya Xweser kampa Waşûkanî di Mijdara 2019`an de li rojavayê navenda bajarê Hesekê li bajarokê Tiwênayê vekir, ji ber ku dibistanan têra hejmara koçberan nedikir û vê yekê bandoreke neyînî li perwerdeyê jî kir.

Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Hesekê piştî hevkariya bi meclisên herêmê re komîteyek taybet ava kir da ku koçberan ji dibistanan derxin û wan li kampa Serêkaniyê ya nû bi cih bikin.

Rêveberiyê ji ber dibistan tune bûn ku xwendekarên koçber lê perwerde bibin, ji beriya 3 mehan ve li kampa Serêkaniyê dibistanekê amade dike. Berpirsa kampa Serêkaniyê Nûra Oso got piştî amadekariyên dibistanê bi dawî bûn û duh hate vekirin, wan zêdetirî hezar xwendekarên qonaxa seretayî pêşwazî kirin.

Nûra Oso destnîşan kir ku armanca wan ji avakirina dibistana li kampê ew e ku xwendekar xwendina xwe berdewam bikin.

Li gorî hevserokê Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Hesekê Azad Mehmûd, li kantona Hesekê hejmara dibistanên aktîf hezar û 25 e, 8 hezar û 646 mamoste û derdora 76 hezar û 906 xwendekarên hemû qonaxên xwendinê hene.

Li dibistana ku li kampa Serêkaniyê hatiye vekirin 13 pol hene û zêdetirî 45 mamoste lê perwerdeyê didin.

Nûra Oso di dawiya axaftina xwe de bang li Rêveberiya Xweser kir ku dibistaneke din jî vekin û wiha axaftina xwe bi dawî kir:"Pêwîstiya kampê bi dibistaneke din jî heye, ji ber ku dibistana ku hatiye vekirin, pir biçûk e û têra xwendekaran nake.”

Dema artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê di 9`ê Cotmeha 2019`an êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, zêdetirî 68 hezar xwendekar ji mafên xwendinê bê par man.

(eh)

ANHA