QSD`ê kesê ku malbatên DAIŞ’ê ji kampa Holê direvandin, girt

QSD`ê ragihand ku hêzên wan kesek ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji kampa Holê direvandin, girtiye.

QSD`ê kesê ku malbatên DAIŞ’ê ji kampa Holê direvandin, girt
8 sibat, 2021   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di çarçoveya operasyonên xwe yên li dijî şaneyên DAIŞ`ê de di 7`ê Sibatê de operasyonek li gundewarên Hesekê pêk anî.

Der barê operasyonê de, Navenda Ragihandinê ya QSD`ê daxuyaniyek da raya giştî û tê de detayên operasyonê eşkere kirin.

Navendê wiha da zanîn: “Hêzên me di 7`ê Sibatê de di operasyoneke leşkerî ya hevbeş de bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re li herêma Hedadiye ya Hesekê kesek ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê direvandin, girt.”

Hêzên ewlekariyê yên kampa Holê di 8`ê Çileyê de dema hewl da endamekî şaneyên DAIŞ`ê bigire, şer derket û di encamê de çeteyê DAIŞ`ê hat kuştin.

(şx)

ANHA