Li Rojhilata Navîn pandemiya koronayê herî zêde zirar da Îran û Iraqê

Li Rojhilata Navîn, Îran di rêza  yekemîn a  welatan de ku herî zêde ji ber vîrusa koronayê (Covid-19) zirar dîtiye û piştre Iraq tê.

Li Rojhilata Navîn pandemiya koronayê herî zêde zirar da Îran û Iraqê
8 sibat, 2021   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê heta niha 129 hezar û 176 kesan ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest daye û 5 milyon û 992 hezar û 454 kes pê ketine.

Li gorî daneyên AFP’ê ku heta 7`ê Sibatê rewşa vîrusa koronayê belge kiriye, li ser asta Rojhilata Navîn Îran di rêzeya yekemîn de ye ku lê 58 hezar û 469 kes ji ber vîrusê mirine, milyonek û 466 hezar û 435 kes jî bi vîrusê ketine.

Her wiha li ser asta Rojhilata Navîn di rêza duyemîn de Iraq tê ku hejmara kesên bi vîrusa koronayê ketine gihaştiye 627 hezar û 416’an, hejmara kesên ji ber vîrusa jiyana xwe ji dest daye jî 13 hezar û 111 e.

Li hin welatan rêjeya kesên mirine li hemberî kesên bi vîrusê ketine, bilind e. Li Misirê ji sedî 5,68 kes ji ber vîrusê mirine, li Sûriyê jî ji sedî 3,75 û li Yemenê jî ji sedî 28,9 kes bi vîrusê mirine.

 (eh)