Şêniyên Şengalê di roja 69`emîn de çalakiya xwe didomînin

Çalakiya ku şêniyên Şengalê ji bo piştgiriya asayîşa Êzidxanê dabûn destpêkirin di roja 69`emîn de didome.

Şêniyên Şengalê di roja 69`emîn de çalakiya xwe didomînin
8 sibat, 2021   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em Hemû Asayîş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 69`emîn de didome .Şêniyên Şengalê kom bi kom serdana konê çalakiyê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakgeran nîşand didin.

Şêniyên Şengalê heya niha gelek caran daxwazên xwe pêşkêşî hikumeta Iraqê kirine, lê heya niha rayedarên Iraqê bersivek erênî nedane. Ji ber vê yekê civaka Êzidî diyar dike ku heta daxwazên wan pêk neyên ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.

Endama Meclîsa Jinan a Dîgorê Rîhan Şengalî bal kişand ser komploya 15’ê Sibatê û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û wiha got got: “Em di serî de vê komployê bi tundî şermezar dikin. Em ji vê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo dewam dike, bi fikarin. Tecrîd û êrişên ser Şengalê bihev ve girêdayî ne. Ji ber ku em bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ji qirkirinan rizgar bûn, di heman demê de li hemberî qirkirinan, me xwe b rêxistin kir. Em ê heya dawî li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bimeşin û ji bo xweseriya Şengalê em ê li ber xwe bidin.”

ANHA