‘Helwestên gelê herêmê bû sedem ku dagirkeriya Tirk li hesabên xwe vegere’

Perwîn Yûsif got helwestên ku gel piştî eşkerekirina plana dewleta Tirk a dagiker nîşan da, planên wê vala derxistin.

‘Helwestên gelê herêmê bû sedem ku dagirkeriya Tirk li hesabên xwe vegere’
8 sibat, 2021   02:53
NAVENDA NÛÇEYAN- EKREM BEREKAT

Ajansa me di 23`ê Çileyê de eşkere kir ku planeke dewleta Tirk a dagirker ji bo pêkanîna êrişên nû li dijî Dêrik a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê ya Başûrê Kurdistanê, heye.

Niyetên dewleta Tirk piştî serdana wezîrê parastinê yê Tirk Hulusî Akar ji Bexda û Hewlêrê re û hevdîtina wî bi rêveberiyên wê derê re, her wiha piştî daxuyaniya Erdogan ji rojnamevanan re ya li ser êrişeke muhtemel li dijî Şengalê, diyar bûn.

Piştî ku niyetên dewleta Tirk ên êrişan eşkere bûn, bi hezaran pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan û ew ev yek şermezar kirin. Gelê herêmê bi rêya xwepêşandanên ku hatine lidarxistin diyar kir ku dê li hemberî dagirkeran têkoşînê bilind bikin û tekez kirin ku dê hêzên parastinê bi tenê di xendekan de nemîne.

Her wiha eşîrên Ereb û Kurd ên herêmê bertekên hişk nîşan dan. Eşîrên herêmê tekez kirin ku dewleta Tirk a dagirker ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser şerê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û diyar kir ku gefên li ser Dêrik û Şengalê nîşan dide ku planeke mêtîngeriyê ya berfireh heye û bersivdayîna dagirkeran erkeke dikeve ser milê her kesî.

Tevî ku plana dewleta Tirk eşkere bû û gelên herêmê helwesta xwe nîşan da jî, lê belê plana dewleta Tirk hîna di meriyetê de ye. Têkildarî mijarê, Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo ya Herêma Cizîrê Perwîn Yûsif bal kişand ser berxwedana pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrişên li dijî herêmê.

Perwîn îşaret bi gefên dewleta Tirk ên êrişkirina herêmê kir û got ev gef heta niha deqeyekê jî ranewestîne û gelek armancên dewleta Tirk ji wê yekê hene, ji wan dagirkirina herêmê û derxistina aloziyan li van herêman.

Perwîn her wiha diyar kir ku piştî plana dagirkeriya Tirk û amadekariyên wê yên êrişkirina Dêrik û Şengalê eşkere bûn, pêkhateyên herêmê refên xwe kirin yek, daketin qadan,  helwesta xwe nîşan dan û tekez kirin ku çi dibe bila bibe ew ê bi azadî û rûmet bijîn û dê bersiva êrişên muhtemel bidin.

 ‘HELWESTÊN GEL DEWLETA TIRK NEÇAR KIR KU HESABÊN XWE DÎSA DI BER ÇAV RE DERBAS BIKE’

/kr/uploads/files/2021/02/07/205535_-.webp

Perwîn Yûsif destnîşan kir ku helwestên ku gel piştî eşkerebûna wê planê nîşan daye, dewleta Tirk neçar kir ku hesabên xwe dîsa di ber çav re derbas bike û wiha domand: “Lê belê ev nayê wateya ku îhtimala pêkanîna êrişan ji holê rabûye. Ji lewra ji hemû beşên civakê tê xwestin ku refên xwe bikin yek û hêza xwe ya leşkerî xurt bikin.”

Perwîn Yûsif tekez kir ku bi yekitiya gelan dê hemû planên dagirkeriyê têk biçin û got: “Ji bo pêkanîna aramî û ewlehiyê li herêmê, pêşxistina Rêveberiya Xweser û avakirina Sûriyeke demokratîk, ji me tê xwestin ku em xebatên xwe zêde bikin.”

Perwîn Yûsif da zanîn ku bi saya hevgirtina pêkhateyên herêmê, çeteyên DAIŞ`ê hatin têkbirin û bi saya wê yekitiyê êrişên dawîn ên li ser navçeya Eyn Îsayê vala derketin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Bi yekitiya pêkhateyan plana dawîn a dewleta Tirk a êrişkirina Dêrik û Şengalê têk çû.”

(cx)

ANHA