Jinên Helebê: Bi saya ramanê rêbertî me xwe nas kir

Jinên Helebê gotin, tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan hewldaneke bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk e û destnîşan kirin  ku rêbertî fîzîkî girtî ye û fikir û felsfeya wî azad in.

Jinên Helebê: Bi saya ramanê rêbertî me xwe nas kir
8 sibat, 2021   01:41
HELEB

Jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ji ANHA'yê re axivîn û gotin, tecrîd li dijî rêgezên mafên mirovan û qanûnên navneteweyî ye. Her wiha destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi siyaseta xwe ya li dijî girtiyên, di serî de li dijî rêber Abdullah Ocalan hemû pîvanên navneteweyî bin pêk dike. Jinan gotin: "Rêbertî nûnertiya vîna hemû gelan dike, bi saya fikirê wî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ewlehî dijîn."

/kr/uploads/files/2021/02/07/205710_-.webp

Wefaa Îbrahîm sûcên ku dewleta Tirk li dijî gelê herêmê pêk tîne û dagirkirina wê ji çend herêman re şermezar kirin û diyar kir ku ev sûc berdewamkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan e ku dixwaze bi hemû rêbazan fikirê rêbertî têk bibe, nexasim ku li Sûriyê zû belav bû.

Wefaa da zanîn ku heta pêkanîna daxwazên ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku ji bo wan şer dikin, ew ê berxwedan û têkoşînê berdewam bikin.

Wefaa Îbrahîm bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku erka xwe bi cih bînin û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan rakin û got: " Ji ber ku tecrîd li dijî qanûnên mafên mirovan ên cîhanê ye.''

ꞌFIKIRÊ RÊBERTÎ JIN XISTE CIHÊ WÊ YÊ RASTꞌ

/kr/uploads/files/2021/02/07/205729_-.webp

Lemya Hesen jî got: "Rêber Abdullah Ocalan hişt ku em xwe nas bikin û banga mafên xwe yên çewisandî bikin. Ji wê zêdetir me wateya rast a azadiya jinan nas kir û radestkirinê red bikin. "

Lemya Hesen destnîşan kir ku armanca komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan têkbirina projeya demokratîk e ya ku rêbertî pêşkêş kiriye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan hewldaneke ji bo têkbirina projeya demokratîk e ya ku rêbertî pêşkêş kiriye û ji hemû pêkhateyên herêmê sîwaneke. Hewldanên dewleta Tirk a berdewamkirina tecrîda li ser rêbertî hîn jî hene, tenê ji bo ku fikirê rêbertî yê azad sînordar bikin, ji ber ku ji hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn re dendika çareseriyê ye û felsfeya wî li zanîngehên cîhanê tê dayîn."

ꞌHEWLDANA DEWLETA TIRK A ŞIKANDINA VÎNÊ NE PÊKAN Eꞌ

/kr/uploads/files/2021/02/07/205746_-.webp

Li aliyekî din Fatima Ebdo got, hewldana dewleta Tirk a şikandina vîna gelan ne pêkan e û wiha domand: "Ji ber ku gelê herêmê bi saya fikirê rêber Abdullah Ocalan mafên xwe nas kirine, rêbertî bi fikirê xwe yê azad jin ji qeyd û bendên desthilatdaran û hişmendiya mêrên serdest rizgar kir."

Fatima Ebdo tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha axaftina xwe qedand:"Em ê berdewamkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan nepejirînin, têkoşîna ku jinan bi saya Şoreşa Rojava bi dest xistiye berdewam bikin, fikirê rêbertî belav bikin. Em ê ne tenê jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di heman demê de tevahî jinên Rojhilata Navîn rizgar bikin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hgsXE0S5rBI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>