Piştî qutbûna 7 salan, stasyona Xeranîc a avê careke din kete xizmetê

Stasyona avê ya li bajarokê Xeranîc a li rojhilatê Dêrazorê, piştî qutbûna 7 salan  îro dest bi xebatê kir.

Piştî qutbûna 7 salan, stasyona Xeranîc a avê careke din kete xizmetê
7 sibat, 2021   10:11
DÊRAZOR

Stasyona Xeranîc yek ji mezintirîn stasyonên gundewarên rojhilatê Dêrazorê ye û avê digihîne 7 hezar kesî.

Têkildarî mijarê, hevserokê Şaredariya Gel a Xeranîcê Seûd El-Mihemed ji ajansa me re wiha got: "Stasyona Xeranîc a avê li bajarokê Xeranîc yek ji stasyonên herî girîng e."

El-Mihemed diyar kir ku wan ji nû ve stasyon amade kir û alavên wê nû kirin. El-Mihemed destnîşan kir ku di 10'ê Cotmeha par de wan dest bi amadekirina stasyonê kir û di 28'ê Çileyê sala 2021'an de sererastkirina wê bi dawî bû.

El-Mihemed destnîşan ki ku piştî xebitandina stasyonê, hate piştrastkirin ku hejmareke mezin sûdê ji stasyonê girtin û av gihîşt taxa El-Abdullah, taxa El-Semra, taxa El-Mirêyê, taxa El-Tiwêra û tevahî kolana El-Kornîş ku 33 hezar kes tê de hene.

Hêjayî gotinê ye ku Şaredariya Gel a bajarokê Xeranîc hewl dide stasyoneke nû ya avê ava bike û xebata di ji nû ve sererastkirina stasyona sêyemîn a avê, didome.

(dx)

ANHA