Cîhan Xidro: Em li ser projeyên pêşxistina aboriya jinan dixebitin

Seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro got, desteyê dê îsal çalakiyên xwe zêde bikin û ji bo pêşxistina rewşa jinan li herêmê gelek projeyan pêk bînin.

Cîhan Xidro: Em li ser projeyên pêşxistina aboriya jinan dixebitin
7 sibat, 2021   07:48
REQA-XALID EL-CUMA

Di civîna salane ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku di 18`ê Çileya derbasbûyî ya li avahiya Rêveberiya Xweser a Reqayê li dar ketiye de, beşdaran îşaret bi rewşa jinan û jinên ciwan hate kirin û plansaziya îsal hate eşkerekirin.

Têkildarî xebatên ku di sala 2020'an de pêk anîne û plansaziya sala nû, Seroka  Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro ji ANHA’yê re axivî.

Cîhan Xidro diyar kir ku mîna desteyên din karê Desteya Jin jî ji ber vîrusa Koronayê û tedbîrên ku Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîlêgirtina vîrusê girtibûn, hate rawestandin, lê dîsa jî desteyê par hin karên xwe bi awayekî serkeftî derbas kirin.

Desteya Jin par gelek proje bi pêş xistin, ji wan li herêmên cuda 6 baxçeyên zarokan vekirin.

Cîhan Xidro bi bîr xist ku desteyê li Dêrazor û Reqayê du kargehên dermanên paqijiyê vekirin, li herêma Firat û Dêrazorê jî komelgehên meywe û sebzeyan vekirin, her wiha bi armanca piştgiriya aboriya jinan desteyê li bajarê Minbicê werşeya dirûtinê vekir û li bajarê Reqayê jî cihê şîranî (pasta) vekir.

Desteya Jinan li kampên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cihên sergirtî ji bo sebzeyan û gelek projeyên din avakirin.

PLANSAZIYA XEBATÊ YA 2021`AN

Cîhan Xidro diyar kir ku îsal dê gelek projeyên ku karên jinan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêş bixin û piştgiriya aboriya jinan bikin, çêbibin."

Seroka Desteya Jinan Cîhan Xidro eşkere kir ku Koordînasyona Jinan wekî beşek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate erêkirin.

Cîhan Xidro wiha destnîşan kir: "Em ê piştgiriya projeyên jinan bikin û pêş bixînin, her wiha akademiyeke pîşesaziyê ya girêdayê jinan vekin û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê malên parastina jinan vekin."

Di heman demê de Desteya Jin dê navendên çaksaziyê û amadekariyên taybet bi jinan sererast û berfireh bikin û dê navendaên xwedîkirina zarokên li gel dayikên xwe yên li navendên çaksaziyê werin vekirin.

Cîhan Xidro diyar kir ku Desteya Jin dê hemleyên perwerdê, dewre û amadekariyên jinan zêdetir bikin û dê li dijî diyardeya bikaranîna zarokan û parsektiyê bisekinin û dê cihên taybet û baldariyê ji bo kesên temenbiçûk ji her du zayendan ku sûc kirine werin vekirin, ew jî dema cezayên wan bi dawî bûn."

Cîhan Xidro da zanîn ku dosyayên taybet bi sûcên li dijî jinan dê werin amadekirin û bi hevkariya Komîteya Qanûnan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê pêşkêşî rêxistinên navneteweyî bikin.

Serokê Desteya Jin Cîhan Xidro wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em Desteya Jina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê karên xwe zêdetir bikin û piştgiriya hemû projeyên taybet bi jinan bikin."

(eh)

ANHA