MXDŞ: Em ê hesabê ji kesên bûne sedema komkujiyê bixwazin

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê şehîdên komkujiya Koço bi bîr anîn û got: “Kesên ku bûne sedema komkujiyê, em ê yek bi yek hesabê ji wan bixwazin.”

MXDŞ: Em ê hesabê ji kesên bûne sedema komkujiyê bixwazin
7 sibat, 2021   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li gundê Koço yê Şengalê 104 qurbaniyên komkujiya Koço ku çeteyên DAIŞ`ê di 15`ê Tebaxa 2014`an di dema êrişa hov a li ser Şengalê de pêk anîbû, bi merasimekê ku bi hezaran xelkê qezaya Şengalê beşdarê bûbû hatin veşartin.

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXŞD) bi daxuyaniyeke nivîskî şehîdên komkujiya gundê Koço û hemû şehîdên Êzidxanê, bi bîr anîn.

Meclisê diyar kir ku yên bûne sedema komkujiyê hîna li ser kar in û dixwazin doza Şengalê û komkujiyên li dijî Êzidiyan bi aliyekî din ve bibin. Her wiha meclisê destnîşan kir ku tiştê ku wan aliyan bi rêya DAIŞ`ê nikarîbû bikin, niha dixwazin bi destê xwe bikin û destdirêjiyê li xaka Êzidxanê bikin.

Daxuyaniya meclisê wiha ye:

“Em weka meclisa xweseriya Şengalê di van rojên giran û xemgîn de hemû şehîdên fermanên li Êzidyan rabûne û bi taybetî şehîdên Koço bi rêzdarî û bi hurmet bi bîr tînin û bejna xwe li ber hemû cangoriyên Êzidxanê ditewînin. Mixabin, di van rojan de 104 cangoriyên me tên oxirkirin û cenazeyên bi sedan jî heta roja îro nehatine dîtin. Wekî MXDŞ'ê em vê pirsê dikin; yên ku duh li ser cenazeyê wan şehîdan daxuyanî dan, di roja 15`ê Tebaxa 2014`an de li ku derê bûn û çi dikirin !? Çima heya niha kesên ku Şengal firotine, nehatine girtin û darizandin?

Mixabin, heta niha ew kesên ku bûna sedema van komkujiyan hîna li ser kar in û îro dixwazin ku doza Şengalê û komkujiyên li dijî Êzidyan bi aliyekî din de bibin. Wekî ku tu tişt li Şengalê çênebû be ya jî wek tiştekî normal dibînin û diguherînin. Niha jî pir alî hene dixwazin ku tiştê bi destê DAIŞ`ê nehatiye kirin ew bi destê xwe bikin û destdirêjiyê li axa Êzîdxanê bikin. Dijminên vê olê û baweriyê xwestin careke din Êzidiyan di fermanan re derbas bikin, lê ji destpêka fermanê ve û heya roja me ya îro em ji bo azadî û xweseriya Êzîdxanê şehîdan didin û kar dikin. Dîsa jî em soza xwe nû dikin ku heya dawiyê em li ser şopa şehîdên xwe bin û em ê xwîna wan li erdê nehêlin. Kesên ku bûne sedema komkujiyê, em ê yek bi yek hesabê ji wan bixwazin. Heke hewl bidin êrişî Êzidiyan bikin, wê me li pêşiya xwe bibînin.”

(cx)