Dewleta Tirk israra xwe ya dagirkirina Lîbyayê didomîne

Dewleta Tirk a dagirker li ser navê şêwirmendê serokkomarê xwe Recep Tayyîp Erdogan israra xwe ya domandina dagirkirina hin deverên Lîbyayê dubare kir.

Dewleta Tirk israra xwe ya dagirkirina Lîbyayê didomîne
7 sibat, 2021   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê Erdogan Yasîn Aktay got peymanên ku dewleta Tirk bi hikumeta El-Wîfaq a berê ya bi serokatiya Fayîz El-Sîrac re îmze kiribûn û hebûna hêzên leşkerî ya dewleta Tirk li Lîbyayê, dê ji ber hilbijartina hikumeta demkî ya nû neguherin.

Di 23'yê Cotmeha sala 2020'an de, aliyên şer der barê agirbesteke mayînde li seranserê welat li Cinêvê lihevkirinek pêk anî û muhleta sê mehan ji bo vekişîna hêzên biyanî û çeteyan diyar kir. Lê ev muhlet bi dawî bû û hîna jî dewleta Tirk û çeteyên wê li Lîbyayê hene.

Şêwirmendê Erdogan got: "Hikumeta nû li dijî van peyman û hebûna dewleta Tirk li Lîbyayê dernakeve û ew piştgiriyê dide rola dewleta Tirk li welat."

(dx)