Şopa sûcên dagirkeran li ser rûyên zarokên Efrînê

Gurcîn, Avrîn, Munzir û Xoşnav ji ber ku Kurd in, bûn hedefa êrişên dewleta Tirk a dagirker. Gurcîn şehîd xistin û jiyana her sê xwişk û birayên din veguherandin êşekê ku tu carî neyê jibîrkirin.

Şopa sûcên dagirkeran li ser rûyên zarokên Efrînê
7 sibat, 2021   08:46
HELEB-MIHEMED EBDO

Xoşnav ê 4 salî dixwaze em jê re wêneyekê bikişînin, ji ber ku dihizire ku kamera dê birînên wî veşêre û xuya nekin.

Avrîn jî şerm dike bi mêvanan re rûne. Ew nikare alîkariya dayika xwe bike ji ber ku ji her du lingên xwe hatiye astengdarkirin. Tenê dikene û rûyê xwe vedişêre wekî ku tiştekî ne baş kiriye.

Munzir jî ruxmî ku du tiliyên xwe winda kirine, lê nîşaneyên serkeftinê çêdike û balê dikişîne ser birînên li seriyê xwe ku heta niha ji ber wê azaran dikişîne. 

Her sê xwişk û bira ruxmî birînên xwe yên kûr, bîra xwişka xwe Gurcîn ku cenazeyê wê li Efrînê ma dikin, bêyî ku karibin xatir jê bixwazin ji Efrînê hatin koçberkirin. Ji ber topên dewleta Tirk, jiyana wan veguheriye êşên bêdawî.

Di vê rapora xwe de em ê balê bikişînin ser sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî malbata Ebdulrehman Elî pêk anîne.

13`Ê ADARÊ…

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kantona Efrînê de, malbata Ebdurehman Elî ya ji navçeya Cindirsê neçar ma ku biçe navenda kantonê. Malbatê bi hêviya ku rewş aram bibe, li mala xizmekî xwe li taxa Mehmûdiye ya bajêr bi cih dibe. Di rojeke meha Adarê de ji ber hovîtiya topbaran û bombebaranê neçar dimîne ku biçe taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê.

Dayika bi navê Cinet a ji gundê Qermîtliq ji ber bîranînên bi êş ên wan rojan nexwest ji kamerayê re biaxive.

Dayika Cinet (30 salî) roja 13`ê Adara 2018`an rojeke bi ”lanet” bi nav kir û wiha domand: “Di vê rojê de topbaran zêde bû. Êdî me nedizanî ka dengê topan e lê yê balafiran e. Em ji malê derketin ji bo ku cihekî ewletir bibînin. Dema em derketin, min ji bilî dûmana reş tiştek nedît û ketim xwarê.”

Dîmena ku dayika Cinet nedîtiye ew bû ku topek li nêzî wan ketiye ku di encamê de 2 zarok şehîd bûne. Keça dayika Cinet Gurcîn a 7 salî û kurê xizmeke wê Mihemed Kemîran Qişlê yê 5 salî, di cih de şehîd dibin.

Ji ber bermahiyên topê, keça wê ya din Avrîn ku wê demê 5 salî bû, di hestiyê pişta xwe de birîndar bû û di encamê de her du lingên wê felc bûn.

Munzir jî ku wê demê 4 salî bû, ji serê xwe birîndar bû. Ji ber bermahiyan, hestiyê mêjiyê wî şikest. Ji ber wê hesin di sêrî de ma da ku mêjiyê wî were parastin. Her wiha 2 tiliyên destê wî yê çepê qut bûn û bermahiyên topê li tevahiya laşê wî belav bûn.

Xoşnav ku wê demê hîna yeksalî bû, ji ber agirê bi betaniya wî ketiye, rûyê wî şewitî. Bijîşekî/ê wê demê birînên wî bi xeter û ji pileya sêyemîn bi nav kir. Her wiha ji ber ku biçûk bû jî kete şokê (sadme) û vê yekê bandor li mezinbûna wî jî kir.

Dayika Cinet jî birîndar bû. Hîna bermahiyên topê di bedena wê de hene. Xizma wê Zayide Mihemed Elî ya ku kurê wê Kemîran bi Gurcîn re şehîd ketiye, mîna wê birîndar bûye. 

Malbatê nekarî cenazeyê keça xwe veşêre, xizmên wê yên li Efrînê mane, cenaze binax kir beriya ku dewleta Tirk a dagirker kantonê dagir bike.

Em bi dapîra zarokan û dayika Cinet, Cemîle Mecîd Tahir a ji gundê Çaqala re jî axivîn. Dayika Cemîle bi keça xwe Cinet re di dirêjahiya 3 salên borî de, diçû nexweşxaneyê û xizmeta zarokên wê yên birîndar kir.

Dayika Cemîle dibêje dema ku Cinet diçe taxa Eşrefiye ya Efrînê, jê qut dibe. Bi rêya kanala Ronahî TV dibihîze ku keça wê birîndar bûye. 

Cemîle wiha domand: “Ez bi lez çûm nexweşxaneyê da ku piştgiriya keça xwe bikim. Lê ez bi dîtina wan şok mam. Bijîşkan ew hema yekser rakirin nexweşxaneya Helebê da ku birînên wan ên kur werin dermankirin. Lê ew birîn qet nehatin dermankirin û nayên dermankirin jî."

Cemîla vegotina çîroka keça xwe wiha domand: “Bendên hikumeta Şamê ên li Helebê bi zanabûn û bi hinceta leşkertiyê Ebdullrehman girt.”

BANGEWAZIYEK MIROVÎ

Dayika Cemîle îşaretpê kir ku lêçûnên niştergeriyan barê keça wê giran kir. Her zarokek herî kêm di 5 niştergeriyan re derbas bûne. Lêçûna her yekê derdora 350 hezar lîreyên Sûriyê ye. Heta niha û piştî derbasbûna 3 salan jî lê birînên wan hîna nehatin dermankirin."

Avrîn a herî zêde zirar dîtiye. Pêwîstiya wê bi neştergeriyekê heye ku tenê li çend dewletan tê kirin.

Cemîle hêvî kir ku şêniyên Efrînê vegerin warên xwe piştî ku ji dagirkera Tirk rizgar bibe û xwest ku hesab ji dewleta Tirk were xwestin. Her wiha bang kir ku alîkariya keça wê bikin û zarokên wê werin dermankirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qOXnFlGQSXw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>