Li Dêrazorê dewreya perwerdeyê ya mamosteyan bi dawî bû

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Dêrazorê li bajarokê Kesrayê dewreyeke perwerdeyê ya mamosteyan bi dawî kir.

Li Dêrazorê dewreya perwerdeyê ya mamosteyan bi dawî bû
6 sibat, 2021   14:34
DÊREZOR

Bi armanca pêşê dewreyeke perwerdeyê ya mamosteyan bi dawî kir.xistina asta mamosteyan, Komeleya Perwerdeyê ya bajarokê Kesra ya Dêrazorê dewreyeke perwerdekirina mamosteyan vekir. Perwerdeya ji aliyê kadroyên pispor ve hate dayîn û 6 rojan dewam kir û îro bi dawî bû.

Têkildarî wê mijarê, mamoste Ferhan El-Hemûd ji ANHA'yê diyar kir ku ji destpêka sala 2014'an heta 2017'an di encama sûcên DAIŞ'ê qada perwerdeyê li Dêrazorê paşve çû.

El-Hemûd destnîşan kir ku piştî rizgarkirina bajarokê guhartinên mezin çêbûn û piştrast kir ku piranî mamosteyan xwedî berwernameyên amedehî, çandinî û pîşesaziyê ne.

Hevserokatiya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Dêrazorê îro ji bo şopandina xebatê perwerdeyê, gereke li ser dibistan û navdên perwerdeyê pêk anî.

103 mamoste girêdayî Komeleya Perwerdeyê ya bajarokê Kesra ne, li 64 dibistanan perwerde didin. Her wiha hejmara giştî  ya xwendekarên li bajarokê 33 hezar û 400 xwendekar in.

(dm)

ANHA