Aldar Xelîl: Felsefeya rêber Ocalan banga azadî û demokrasiyê dike

Aldar Xelîl piştrast kir ku dewleta Tirk ji ber fikrên rêber Abdullah Ocalan ên ku banga azadî û demokrasiyê dikin, tecrîdeke girankirî lê ferz dike.

Aldar Xelîl: Felsefeya rêber Ocalan banga azadî û demokrasiyê dike
6 sibat, 2021   13:11
 QAMIŞLO 

Komîteya Rêbertî ya Rojava bi nêzîkbûna 15`ê Sibatê re anku salvegera 22`yan a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan rêzeçalakiyan li dar dixe. Di vê çarçoveyê de îro civîneke berfireh li dar xist. Gelek kesayetên ku bi rêber Abdullah Ocalan re rûniştine, tev li civînê bûn.

Bi dirûşma “Dem dema azadiya serok Apo ye, azadiya serok Apo azadiya mirovahiyê ye” Komîteya Parastina Rêbertî îro li gel kesayetên ku bi rêber Abdullah Ocalan re rûniştine dema ku li Sûriyê bû, civiya.

Civîn li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlanê bi tevlêbûna 250 kesên ji kantona Qamişloyê li dar ket.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl axivî û Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Xelîl got: “Komplo di demekê de ku emperyalîzm û zordestî tê de belav e, pêk hat û rêber Abdullah Ocalan û tevahiya kesayetên ku banga azadiyê û demokrasiyê dikin, kir hedef.”

Xelîl destnîşan kir ku pergala emperyalîst dixwaze şerên li Rojhilata Navîn li dar be, da ku ajandeyên xwe pêk bîne û bi bîr xist ku sala 1996`an gelek caran hewl daye rêber Abdullah Ocalan bikuje lê bi ser neketiye.

Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk heta niha qanûnên navneteweyî yên têkildarî girtiyan pêk nayne û hevdîtinan li gel rêber Abdullah Ocalan qedexe dike.

Xelîl wiha domand: “Kurdistan li ser siyasetên dewletên desthilatdar ne xeternak e lê belê fikrên rêber Abdullah Ocalan li ser wan xeternak in. Ji ber ku banga azadiyê û demokrasiyê dike. Fikrên wî li tevahiya cîhanê belav bûn, di nav de Îtalya, Spanya û Brîtanyayê. Êdî gel hemû banga azadiyê û demokrasiyê dikin.”

Xelîl di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û ev yek got: “Ji ber ku şoreşa me li ser rêgezên fikrên demokratîk û biratiya gelan ên ku rêber Abdullah Ocalan banga wê dikin ava dibe, dewleta Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û dijberî şoreşa me ye.”

Civîn berdewam dike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/Xz0Pm4BYs-I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>