Li Bakur û Rojhilata Sûriyê 7 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê îro ragihand ku li Bakur û Rojhilata Sûriyê 7 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine.

Li Bakur û Rojhilata Sûriyê 7 kesên din bi koronayê ketin
6 sibat, 2021   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên bi vîrusa koronayê ketine, 6 mêr û jinek in û li van herêman in:

Hesekê: 3
Qamişlo: 1
Dêrik: 1
Reqa: 1
Tebqa: 1

Bi van daneyan hejmara giştî ya pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilata Sûriyê gihaşt 8 hezar û 530 kesan; ji wan hezar û 218 kes baş bûne û 296 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

(dm)