Şertê rakirina cezayan ji ser dewleta Tirk: Moşekên S-400 li cem xwe nehêlin

DYA’yê ragihand ku rêveberiya wan a nû dê qedexeya kirîna balafirên F-35 ku rêveberiya berê ji ber kirîna sîstema S-400 a Rûsyayê li ser Enqereyê ferz kiribû, raneke.

Şertê rakirina cezayan ji ser dewleta Tirk: Moşekên S-400 li cem xwe nehêlin
6 sibat, 2021   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

 Li gorî malpera Defense One, berpirsekî payebilind ê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê got dê rêveberiya Joe Biden qedexeya kirîna balafirên F-35 ku rêveberiya Donald Trump li ser dewleta Tirk ferz kiribû, raneke.

Li gorî Washingtonê, dibe ku sîstema S-400 a Rûsyayê agahiyên teknolojîk ên li ser balafirên pêşketî yên Amerîkayê eşkere bike.

Berdevkê Pentegonê John Kirby roja înê ji rojnamevanan re wiha gotibû: “Dewleta Tirk hevalbendekî kevn ê NATO`yê ye, lê belê biryara wan a kirîna moşekên S-400 ne li gorî berpirsyarên dewleta Tirk ên hevalbendiya DYA û NATO`yê ye.”

Kirby wiha lê zêde kir: “Helwesta me nehatiye guhertin. S-400 ne li gorî F-35’an e, dewleta Tirk ji sîstema S-400 hate dûrxistin. Em bang li dewleta Tirk dikin ku moşekên S-400 li cem xwe nehêle.”

(cx)