​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rûsya, Îranê li naverasta Sûriyê dişopîne

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî hebûna Rûsya û Îranê li Sûriyê, aloziya Lîbya û Lubnanê nivîsîn.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rûsya, Îranê li naverasta Sûriyê dişopîne
6 sibat, 2021   08:41
NAVENDA NÛÇEYAN

‘POLÎSÊN LEŞKERÎ YÊN RÛSYAYÊ NUQTEYEKE XWE LI NAVERASTA SÛRIYÊ AVA KIR’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Li gorî çavkaniyan, hindik maye ku hêzên Rûsyayê avakirina nuqteyeke leşkerî li nêzî nuqteyeke “Pasdarên Îranê" li bajarê Tedmur ê naverasta Sûriyê bi dawî bikin.”

Rojnameya di dewama nivîsa xwe de wiha got: “Îstixbaratên asîmanî yên girêdayî rejîmê ku li avahiya ewlehiya siyasî ya kevn bi cih dibin, dest bi amadekirina navendekê ji bo hêzên Rûsyayê li hundirê avahiya xwe kir. Avahiya behsa mijarê li nêzî nuqteyeke “Pasdarên Îranê” li bajarê Tedmurê ye.

Ev navenda duyemîn e ku hêzên Rûsyayê li çolistana Sûriyê çêdikin. Avakirina vê navendê piştî çend rojan ji avakirina navendeke çavdêriyê ya Rûsyayê li nêzî nuqteyên hêzên Îranê yên li bajarê El-Qeryetên ê rojhilatê Humisê li ser rêya Iraq-Dêrazor-Humisê, pêk tê.”

‘LI LÎBYAYÊ DESTHILATDARIYEKE RÊVEBER A JI NIŞKA VE’

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: “Di encama dengdayîna ji bo hilbijartinên desthilatdariya rêveber a nû de, kesayetên ku bi alîgiriya xwe ji bo Tirkiyê tên nasîn, derketin pêş. Karsazê bi navê Ebdulhemîd Debîbê yê nêzî Enqereyê wekî serokê hikumetê û nûnerê berê yê Lîbyayê li Yewnanistanê Mihemed El-Menfî wek serokê meclisa serokatiyê, hatin erkdarkirin.”

Di dengdayîna endamên diyaloga Lîbyayê de ya bi sponseriya navneteweyî li Cinêvê roja înê, di lîsteya hatiye derxistin de Ebulhemdî Debîbê wek serokwezîr, Mihemed Yûnis El-Menfî wek serokê meclisa serokatiyê, Mûsa El-Kewnî û Hisên El-Lafî wek endamên meclisa serokatiyê hatin pejirandin.”

Rojnameyê wiha lê zêde kir: “Gelek welatiyên Lîbyayê pêşwaziya hilbijartina vê desthilatdariya nû kir û diyar kir ku bi wê yekê dê metirsiyên derketina şerekî nû ji holê rabin, ji ber ku encam bi dilê Enqereyê bû ku bi awayekî eşkere dest di şerê Lîbyayê werdide. Hinekan jî forma ku hilbijartin pê çêbûne, rexne kirin û got hevsengiyên siyasî û cografî li ber çavan nehatine girtin, ji ber ku El-Menfî ji koçberên bajarê Berqa ye û bi dijberiya xwe ya ji hikumeta li rojhilatê welêt re tê nasîn.”

‘AVAKIRINA HIKUMETA LUBNANÊ YA TALOQKIRÎ BI ÇAVDÊRIYA ALIYÊN NAVNETEWEYÎ YE’

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî kar û barên Lubnanê wiha nivîsî: “Piştî derketina ‘fermana operasyonan’ ji aliyê Fransa û Amerîkayê ve der barê avakirina hikumeta Lubnanê de, hemwextî derbasbûna 6 mehan di ser teqîna li bendera Beyrûtê re, bang li rayedarên Lubnanê hate kirin ku berpirsyarên xwe yên avakirina hikumeteke xwedî bawerî û çalak bi temamî pêk bînin û sererastkirinên pêwîst li gorî daxwazên gelê Lubnanê çêkin.”

(cx)