Ferzende Munzir: Siyasetên CPT bi siyasetên Erdogan re hevseng in

Endamê Komîteya Rêbertî ya Rojava, Ferzende Munzir diyar kir ku kampanyaya " Ji Ocalan re azadî" ku li Afrîkayê, welatên Ereb û Ewropayê hatine destpêkirin, îsbat dike ku rêber Abdullah Ocalan sembolek cîhanî ye û ji bo mirovahiyê tê dikoşe. Munzir bêdengiya navneteweyî ya li hemberî tecrîdê şermezar kir.

Ferzende Munzir: Siyasetên CPT bi siyasetên Erdogan re hevseng in
6 sibat, 2021   06:55
QAMIŞLO

Munzir behsa asta komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan kir û got: “Di dîroka mirovahiyê mîna vê komployê pêk nehatiye. Rêber Abdullah Ocalan li dijî pergalên zordest û ji bo ku gel mafên xwe yên rewa bidest bixin tê dikoşe. Ev komplo bi rêbazên cuda berdewam e.”

Munzir destnîşan kir ku komplo û hûrguliyên wê, asta hovîtiya wê diyar dike.

Her wiha Ferzende Munzir got, hêzên komploger hîna hewl didin ku rêber Abdullah Ocalan ê ku çareseriyan ji bo aloziyên li Rojhilata Navîn re pêşkêş dike, bêdeng bikin, rêber Abdullah Ocalan rastiya van pergalên ku hewl didin gelên herêmê kontrol bikin, eşkere kir.

`SEMBOLEK CÎHANÎ YE Û JI BO MIROVAHIYÊ TÊDIKOŞE`

Munzir xuya kir ku fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn belav bûye û wiha domand: “Kampanyayên ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan ku li Rojhilata Navîn, Misir, Afrîkaya Başûr, Ewropa û Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpê kirine, gelek girîng in. Ji ber ku rêber Abdullah Ocalan sembolek cîhanî ye û ji bo mirovahî, demokratiyê, edalet û biratiya gelan tê dikoşe.”

Munzir wiha pê de çû: “Kesên ku dest bi kampanyayê kirine hemû ronakbîr, zanyar, akademisyen û siyasetmedar in û li rêber Abdullah Ocalan ronakbîrekî û fîlozofek ku xizmeta mirovahiyê û civakê dike, dibînin. Her wiha ji bo gelê Kurd ê ku ji ber pergalên zordest û dagirker azaran dikişîne, têkoşîneke demokratîk, azad û adil dimeşîne.”

'BÊDENGIYA CÎHANÊ RÊ DIDE DEWLETA TIRK KU SÛCÊN XWE BIDOMÎNE'

Munzir bêdengiya rêxisitnên hiqûqî û cîhanî şermezar kir û ev yek destnîşan kir: “Komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan û tecîrda ku li ser hatiye ferzkirin, li gorî qanûnên rêxistina mafên mirovan û rêxistinên hiqûqî yên Ewropayê ne rewa ne. Em ji bêdengiya wan fêm dikin ku tenê bi nav rêxistin in.”

Munzir da zanîn Dadgeha Romayê tenê diyar kir ku girtina rêber Abdullah Ocalan ne rewa ye û wiha berdewam kir: “Bêdengiya civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî yên cîhanê rê didin Erdogan ku siyasetên xwe yên inkarkirin û girankirina tecrîdê ku mîna wê li cîhanê pêk nehatiye, bidomîne. Gelo CPT ji vê yekê li ku derê ye?”

Munzir da xuyakirin ku rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê têkoşîna xwe ya dîrokî ku mîna destanekê didomîne.

Ferzende Munzir da zanîn ku armanca Komîteya Azadiya Rêbertî ew e ku fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan belav bike û wiha bi dawî kir: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne, her yek xwe wek parêzvanê wî bi nav dikin. Hemû jî tev li kampanyaya ku bi navê wî dibin, ji ber ku baş dizanin xwedîderketina li rêber Abdullah Ocalan, xwedîderketina li mirovahî û rûmetê ye.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/O1_n31kpkfo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>