Desthilata Rêveber a Lîbyayê hate hilbijartin

Di komxebata diyalogên lîbyayî de, Mihemed El-Menfî wekî serokê meclisa serokatî, Ebdulhemîd serokê hikumeta nû ya El-Wehda û Mûsa El-Kobanî û Abdullah El-Lafî wekî endamên meclisa serokatî hatin hilbijartin.

Desthilata Rêveber a Lîbyayê hate hilbijartin
5 sibat, 2021   17:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Lîsteya wan 39 deng bi dest xistin, li beramberî rikbiran wan ê Serokê Parlamantoyê Aqîla Salih û Wezîrê Hundirîn yê hikumeta Wîfaq Fethî Başaxa ji bo peywira Serokê Meclisa Serokatiyê û Wezîran 24 deng wergirtin.

Nûnera NY`yê ya taybet bi Lîbyayê ya erkdarkirî Stephanie Williams ev kêlî wekî kêliyeke dîrokî bi nav kir û got: "Kêfxweş im ku ez dibim şahida vê kêliya dîrokî." 

Stephanie Williams xîtabî aliyên Lîbyayê kir û got, we gaveke mezin avêt û we nakokî derbas kir, ev jî xizmeta gelê Lîbyayê û welat dike. Her wiha bang li desthilata rêveber a nû kir ku dilsozê erka xwe be.

Nûnera NY`yê ya taybet bi Lîbyayê diyar kir ku divê serokwezîrê erkdarkirî di nava 21 rojê de bernameya karê wê pêşkêş bike.

(eh)