Rêxistinên Norveçî piştgirî dan kampanyaya ''Ji Ocalan re azadî''

Ji Norveçê jî gelek rêxistin û saziyan piştgirî dan kampanyana "Ji Ocalan re azadî".

Rêxistinên Norveçî piştgirî dan kampanyaya ''Ji Ocalan re azadî''
5 sibat, 2021   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji Norveçê jî ji bo kampanyaya "Ji Ocalan re azadî" ku ji aliyê Koma Xebatên Kurd ên li Afrîkaya Başûr (KHRAG) û Konrederasyona Sendîkayên Afrîkaya Başûr (COSATU) ve hatî destpêkirin, piştgirî hate dayîn.

Di çarçoveya kampanyaya “Dem hatiye: Ji bo aşitiyek bi adilane azadî ji Abdullah Ocalan re” de, bang li Sekreteriya Giştî ya NY’ê Antonio Guterres kirin ku bikeve tevgerê.

Rêxistinên Partiya Sor, Saziya Ciwanên Sor, Cudahî Avakirin û Piştevaniya bi Kurdistanê re diyar kirin ku wê piştgirî bidin kampanyayê û biryar dan ku wê name bişînin ji Guterres re.

Ji van rêxistinan Saziya Ciwanan a Sor (Red Youth) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wê tenê serbest berdana Ocalan aşitiyê bi xwe re bîne û hate destnîşankirin ku rêber Abdullah Ocalan şoreşger, nivîskar û siyasetmedarek Kurd e û di nava bi milyonan Kurdan de weke rêberek hatiye qebûlkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de rêxistin û siyasetmedarên din ên Norveçî jî teşwîqî tevlîbûnê kir, çar rêxistinan li gorî banga COSATÛ’yê û diyar kirin ku wê nameyên hatîn amadekirin li ser navê xwe bişînin ji NY’ê re.

Rêxistinan bang li endamên xwe kirin ku daxwaznameyê îmze bikin, bi her kesê ku nas dikin re parve bikin û bibin parçeyek ji piştevaniya kampanyaya ji bo gelê Kurd.