Koordînasyona Jinan bû beşek ji sazûmaniya Rêveberiya Xweser

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser di civîna xwe ya asayî de Koordînasyona Jinan wekî beşek ji sazûmaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pejirandin.

Koordînasyona Jinan bû beşek ji sazûmaniya Rêveberiya Xweser
Koordînasyona Jinan bû beşek ji sazûmaniya Rêveberiya Xweser
Koordînasyona Jinan bû beşek ji sazûmaniya Rêveberiya Xweser
Koordînasyona Jinan bû beşek ji sazûmaniya Rêveberiya Xweser
5 sibat, 2021   18:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh civîna xwe ya asayî ya hejmara 33'an bi beşdarbûna meclisên qanûsaz ên tevahî rêveberiyên xweser û sivîl û seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed li dar xist.

Di civînê de raporên Meclisa Giştî, meclîsên qanûnsaz ên rêveberiyên xweser û sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin xwendin.

Îlham Ehmed, rewşa siyasî nirxand û nêzîkatiyên Rêveberiya Xweser ji merc û guhertinên ku rû didin şîrove kir.

Beşdaran rewşa rêxistinî nîqaş kirin. Jozef Lehdo wekî cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li şûna Elîzabeth Gewriyê sond xwar.

Bi erêkirina beşdaran, Koordînasyona Jinan bû beşek ji sazumaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Her wiha xebatên meclîsên qanûnsaz ên rêveberiyên xweser û sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pirsgirêkên ku di sala 2020'an de derketin, hatin nirxandin û ji bo sala nû gelek pêşniyar hatin kirin.

ANHA