Kewser û Zehra bi wênexêziyê rewşa jinan rave dikin

Şêwekar Kewser El-Xelef û Zehra El-Bedawî bi tabloyên xwe zehmetiyên jinan didin der, bi taybet jî jinên li bajar û herêmên dagirkirî.

Kewser û Zehra bi wênexêziyê rewşa jinan rave dikin
Kewser û Zehra bi wênexêziyê rewşa jinan rave dikin
Kewser û Zehra bi wênexêziyê rewşa jinan rave dikin
Kewser û Zehra bi wênexêziyê rewşa jinan rave dikin
Kewser û Zehra bi wênexêziyê rewşa jinan rave dikin
Kewser û Zehra bi wênexêziyê rewşa jinan rave dikin
Kewser û Zehra bi wênexêziyê rewşa jinan rave dikin
Kewser û Zehra bi wênexêziyê rewşa jinan rave dikin
Kewser û Zehra bi wênexêziyê rewşa jinan rave dikin
Kewser û Zehra bi wênexêziyê rewşa jinan rave dikin
Kewser û Zehra bi wênexêziyê rewşa jinan rave dikin
5 sibat, 2021   08:45
REQA-RÛBA EL-ELÎ

Kewser El-Xelef xwest ku behreya xwe ya wênexêziyê di dema şerê li Reqayê de di hundirê xwe de veşartibû zindî dike. Kewserê ji ber zehmetiyên ku dîtine nikarîbû karê xwe li male berdewam bike û li bende bû ku hin alî piştgiriya wê bikin. Ji ber vê yekê bi vekirina Navenda Çandê ya bajarê Reqayê destek jê re hate dayîn da ku vê behreyê pêş bixîne.

Kewser El-Xelef a ji bajarê Reqayê sala 2008`an ji Peymangeha Hunera Şêwekariyê der çûye. Kewser li ser hezkirina wênexêziyê mezin bû û li Navenda Çandê ya Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi behreya xwe kir. Navendê pêwîstiyên sereke yên madeyên wênexêziyê ji Kewserê re pêşkêş kir, ji ber ku  nirxên madeyan pir bilind e.

ꞌBEHREYA ME YA HÛNERÊ BI AZARÊN JINAN VE GIRÊDAYÎ YEꞌ

Şêwekar Kewser El-Xelef ji navenda Çandê ya Reqayê got:" Min ji behreya xwe hez kir û bi tabloyên xwe rastiyê diderbirînim, ji lew ra ez bi rêya hunera xwe rewşa jinên Reqayê û azarên ku kişandine raber kirim .

Kewser di derbarê hilbijartina vî şêwazê wênexêziyê de axivî û got: "Ew wêne xêzkirin ne tiştekî hêsan e, lê yek ji sedemên ku hişt em rastiya êrişên dewleta Tirk a dagirker ku bû sedema koçberkirina gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xêz bikin, ew bû ku me ew rastî bi çavên xwe dît."

ꞌDETAYÊN JIYANA JINAN ÎFADE DIKEꞌ

Kewserê behsa hevala xwe Zehra El-Bedawî a ku li navenda Çandê pê re dibe alîkar kir û got: "Bi rastî jî xwedî behreyeke dewlemend e." lê dema behsa behreya wê tê kirin, şerm dike, ji ber ji ku ker û lal e.

Kewser di berdewamiya axaftina xwe ya têkildarî Zehra de got:"Zehra xwedî vîneke xurt e û gelek caran di tabloyên xwe de felsefeya jinên rewşenbîr, jêhatî û xwezayî nîşan dide, ji ber ku jin û xweza bi hev e girêdayî ne."

Kewser û Zehra du hevalên pir nêzîkî hev in, ji ber ku li heman deverê ne û xwedî heman behreyê ne. Kewser bi rêya zimanê îşaretan ji Zehra fêm dike, nêrîna wê di her tabloyeke ku dixwaze xêz bike de digire.

Kewser li ser zimanê hevala xwe Zehra ku bi zimanê îşaretan pê re axivî, da zanîn ku divê jinên astengdar, astengdariya xwe ji xwe re nekin kelem û bi vîneke xurt behreyên xwe berdewam bikin.

Zehra ji Kewser re bi rêya îşaretan got: " Em dixwazin bi rêya tabloyên xwe beşek ji zehmetiyên ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê de kişandine nîşan bidin."

ꞌTABLOYÊN ME AZARA GELÊN ME YÊN LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ NÎŞAN DIDINꞌ

Tabloyên her du şêwekaran îşaretê bi şer û azarên ku  herêm tê re derbas bûye dikin. Her wiha asta êş û jana ku artêşa Tirk a dagirker li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û heta êrişa dawî ya li dijî Eyn Îsayê pêk anîye didin der.

Li aliyekî din jî Kewser û Zehra bi rêya tabloyên xwe şewitandina malên Efrînê û koçberirina şêniyên wê a ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve û berxwedana jinan didin der.

Zehra û Kewser zêdetirî 50 tabloyî xêz kirine û beşdarî gelek pêşangehên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li (Tebqa, Qamişlo, Rimêlan û Minbicê) hatine lidarxistin, bûne.

(eh)

ANHA