Xelkê Şengalê:  Divê tevahî Êzidî li berxwedana Şengalê xwedî derkevin

Şengaliyan di roja 66’an a çalakiya ‘Em hemû Asayîş in’ de diyar kirin ku divê tevahî Êzidî li berxwedana Şengalê xwedî derkevin.

Xelkê Şengalê:  Divê tevahî Êzidî li berxwedana Şengalê xwedî derkevin
5 sibat, 2021   08:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Xelkê Şengalê di çerçoveya  redkirina peymana Bexda-Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armaca pişgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê li pêşiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû Asayîş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 66’an de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike.

Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman. Şengalî dibêjin ku heya daxwazên wan bi cih neyên ew ê dev ji berxwedana xwe bernedin.

(cx)