Bi dîmen.. QSD`ê li Eyn Îsayê bersiva êrişên çeteyan dide

QSD`ê di çarçoveya mafê parastina rewa de, berxwedana xwe ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî bajarokê Eyn Îsayê didomîne. Şervanên QSD`ê hewdaneke çeteyan ya gihaştina rêya M4 têk birin û bersiva çavkaniyên êrişan dan.

Bi dîmen.. QSD`ê li Eyn Îsayê bersiva êrişên çeteyan dide
5 sibat, 2021   08:25
 EYN ÎSA

Di dîmenên ku nûçegihanê me li Eyn Îsayê kişandine de, xuya dibe ku çawa Hêzên Sûriya Demokratîk duh bi şev hewldana çeteyan a gihaştina rêya M4 dişopînin û têk dibin.

QSD`ê di çarçoveya mafê parastina rewa de, bersiva çavkaniyên êrişan da. Şervanan kamîreya çavdêriyê ya li ser birca baregeha dewleta Tirk a li gundê Mielek yê bakur rojavayê Eyn Îsayê, kir hedef.

Di dîmenan de her wiha rûxandina topavêjeke dewleta Tirk li derdorê Eyn Îsayê diyar dibe, ku tê texmînkirin topavêja ji “cureya 57`an” e.

Hêzên dagirkera Tirk di du mehan de li derdora Eyn Îsayê 3 baregehên leşkerî ava kirin, her wiha li gundên Seyda, Mişêrfe û Mielek çekên giran bi cih kirin.

Di demên dawîn de dewleta Tirk a dagirker gundên bi sivîlan dagirtî û taxên bajarokê Eyn Îsayê kirin hedef û di encamê de di nav de zarok 6 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 16 sivîl birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker di 70 rojan de 165 cihên li taxên Eyn Îsa, gundên Cehbel, Mişêrfe, Fatisa, Seyda, Mielek, Xalîdiyê, Hoşan û Kampa Eyn Îsayê bi moşek û tankan topbaran kirin.

Ev 10 hefte ne êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî navçeya Eyn Îsayê dewam dikin. QSD`ê piştrast dike ku çeteyên dewleta Tirk negihaştine rêya M4 .

(şx)

ANHA