Di êrişa DAIŞ`ê de leşkerekî Iraqê hate kuştin

Li navçeya Xaneqînê a Diyaleyê di êrişeke DAIŞ’ê de leşkerekî Iraqê hate kuştin û 3 birîndar bûn.

Di êrişa DAIŞ`ê de leşkerekî Iraqê hate kuştin
4 sibat, 2021   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li rojavayê navçeya Xaneqîn a ser bi Diyale ve, vê sibehê çeteyên DAIŞ’ê êrişî Lîwaya 19`an a artêşa Iraqê kirin. Artêşa Iraqê jî bersiva êrişê da.

Li gorî agahiyên ku Rojnewsê ji çavkaniyên artêşa Iraqê girtine, di şer de leşkerekî artêşa Iraqê hate kuştin û 3 birîndar bûn, ku rewşa yekî ji wan giran e.

(cx)