Hêzên hikumetê Şamê çiyayê Zawiyê topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê, baregehên çeteyên dewleta Tirk li çiyayê Zawiyê bi dijwarî topbaran kirin.

Hêzên hikumetê Şamê çiyayê Zawiyê topbaran kir
4 sibat, 2021   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Asta topbarana li “herêmên bêçek” zêdetir bûye û bi taybet çiyayê Zawiye yê li başûrê Idlibê. Hêzên hikumeta Şamê roja pêncşemê baregehên çeteyên dewleta Tirk li bajarokê El-Fitîra bi zêdetirî 65 moşekan topbaran kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li gel gerîna balafirên keşfê yên Rûsyayê, hêzên hikumetê herêmên El-Enkawî û Qilêdîn ên Sehil Xab li bakurê rojavayê Hemayê û El-Fitîra, Kensefra, Sefhon, Kedora, Mecdeliye, Filêfil û Bînin ê gundewarên başûrê Idlibê topbaran kir.

(dm)