Nûnerê MSD li Misirê Sîhanok Dîbo pirtûkek derbarê doza Kurdî de derxist

Nûnerê MSD`ê li Misirê Sîhanok Dîbo pirtûkek bi sernavê “Di kongreya Qahîreyê ya 1921`an doza kurdî...Pirsgirêk û bandor” derxist, tê de behsa parçekirina dewletêna herêma Rojhilata Navîn û bandorên wê li doza kurdî, dike.

Nûnerê MSD li Misirê Sîhanok Dîbo pirtûkek derbarê doza Kurdî de derxist
4 sibat, 2021   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

 Pirtûk duh (çarşemê) ji aliyê Weşanxaneya Nefertîtî ve li paytexta Misirê Qahîreyê derket û ji 211 rûpelan pêk tê.

Nûnerê Meclisa Sûriya Demorkatîk (MSD) li Misirê Sîhanok Dîbo di pirtûka xwe “Di kongreya Qahîreyê ya 1921`an doza kurdî...Pirsgirêk û bandor” de behsa bandorên neyinî li herêma Rojhilata Navîn, parçekirina dewletên herêmê ji bo xizmeta berjewendiyên Brîtanya, danîna zemînê pirsgirêkan ku heta niha dewam dikin û bandoriya li gelek dozan û di serî de li doza kurdî, dike.

Kongreya Qahîre wezîrekî Brîtanya Winston Churchill serkêşiya wê kir ku piştre bû serokwezîrê Brîtanyayê, di 12 heta 23 Adara 1921`an de li hotêla Semîra Mês li Qahîreyê hate lidarxistin. Fermandarên leşkerî yên Brîtanya û rêveberiyên sivîl ên Rojhilata Navîn beşdarî kongreyê bûn da ku rewşa siyaseta yekbûyî ya Brîtanya li herêmê di çarçoveya gelek peymanên ku berî û piştî kongreyê pêk hatin de wekî Sykes-Picot (1916), Peymana Balfour (1917) û peymanên Enqereyê (1921, 1926), nîqaş bikin.

Pirtûk ji 3 beşan pêk tê, di beşê yekê de rewşa herêmî û navneteweyî ya beriya kongreyê, di beşê duyem de xebat û encamên kongreyê û di beşê 3`an de jî gelek nexşerê, wêne û belgeyên ku rewşa herêma Rojhilata Navîn ji ber kongereyê şîrove dikin, raber dibe.

Tê payîn ku şemiya bê (6`ê Sibatê) Weşanxaneya Nefertîtî ji bo nîqaşkirina pirtûkê panelekê li dar bixe û tê de nivîskar Ehmed Behaadîn Şaban amade bibe. Dê panel ji aliyê nivîskar Seyid Ebdulfetah ve bê bi rêvebirin û dê hejmareke siyasetmedar, rewşenbîr û ronakbîr tev lê bibin.

(cx)