Koalîsyona Navneteweyî û hêzên Iraqê operasyonên li dijî DAIŞ`ê zêde kirin

Piştî teqîna terorî ya meha borî li Bexdayê, Koalîsyona Navneteweyî û hêzên Iraqê operasyonên xwe li dijî çeteyên DAIŞ`ê zêde kirin û di rojên dawîn de gelek serçeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Koalîsyona Navneteweyî û hêzên Iraqê operasyonên li dijî DAIŞ`ê zêde kirin
4 sibat, 2021   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

 Li gorî ajansa Dengê Amerîkayê (VOA), Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê piştrast kir ku roja sêşemê serçeteyê bi navê Ebû Hesen El-Xirêbawî û 3 çeteyên din hatine kuştin. Koalîsyonê êrişa li dij DAIŞ`ê bi “derbeya asîmanî ya dînamîkî” bi nav kir.

Serokwerzîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî got: “Terorîst Ebû Hesen El-Xirêbawî (ku bi fermandarê DAIŞ`ê li başûrê Iraqê tê nasîn) û terorîst Xanim Sebah (ku berpirsê veguhestina xwekuj û terorîstan e) hatin kuştin.”

Kuştin El-Xirêbawî û Sebah piştî çend rojan ji kuştina “waliyê Iraqê” yê DAIŞ`ê Ebû Yasir El-Îsawî û serçeteyên din ên DAIŞ`ê, pêk tê.

Ev operasyonên li dijî DAIŞ`ê piştî zêdebûna zextê li ser hikumeta Iraqê ji bo bersivdayîna êrişa xwekujî ya meha borî li Bexdayê rû dabû û tê de 32 kes hatibûn kuştin û zêdetirî 100 birîndar bûbûn, pêk tên.

Li gorî daneyên berpirsên têkoşîna li dijî terorê ya NY`yî, hejmara çeteyên DAIŞ`ê nêzî 10 hezar e. Rayedarên Amerîkayê jî dibêjin ku hejmara wan li Sûriyê û Iraqê di navbera 14 û 16 hezarî de ye.

(cx)