Di civîna NY`yê de, qurbaniyên çekên kîmyewî li Sûriyê hatin paşguhkirin

Di civîna Meclisa Ewlehî ya NY`yê ku roja Çarşemê hate lidarxistin de, nîqaşa nepêkanîna biryara rûxandina çekên kîmyewî ji aliyê hikumeta Şamê ve hate kirin. Lê balkêş e ku beşdaran di nîqaşa xwe de cihekî mezin nedan qurbaniyên çekên kîmyewî.

Di civîna NY`yê de, qurbaniyên çekên kîmyewî li Sûriyê hatin paşguhkirin
4 sibat, 2021   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Ev cara 88`an e ku Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê ji bo nîqaşkirina doza çekên kîmyewî li Sûriyê kom dibe. Li gorî rojnameya El-Ereb News a Erebistana Siûdî ku nêrîna endaman ji aliyê cîgira sekretêrê giştî yê NY`yê û nûnerên karûbarên vekişîna çekan Izumi Nakamitsu der barê pêkanîna biryara 2118`an hate girtin.

Di Îlona 2013`an de piştî lêpirsîna NY`yê hate tekezkirin ku li derdora Şamê çekên kîmyewî li dijî sivîlan hatiye bikaranîn û biryara 2118`an hate girtin. Wêneyên qurbaniyan di nav de zarok ku bi gazê dixeniqin hêrsek li tevahî cîhanê, çêkir.

Li gorî biryarê ji hikûmeta Şamê hate xwestin ku xezîneya xwe ji çekên kîmyewî bi hatina demsala Havîna 2014`an re birûxine û heger pêk neyne dê ceza werin birîn.

Di Cotmeha 2013`an hikûmeta Şamê projeyeke destpêkê der barê bernameya xwe ya çekên kîmyewî da rêxistina qedexekirina çekên kîmyewî (OPCW) û di nav de plana hilweşandina xezîneya kîmyewî.

Rûsya parastina hikûmeta Şamê kir û hewl da rapora rêxistina qedexekirina çekên kîmyewî bê bandor bike.

(bx)