`Qetilkirina Salih El-Hezaa hedefgirtina projeya demokratîk e`

Meclisên kantona Qamişlo destnîşan kir ku dijminên Rêveberiya Xweser hewl didin bi rêya bûyerên kuştinê, projeya demokratîk tune bikin. Meclisê qetilkirina Salih El-Hezaa wekî hedefgirtina îstiqrara li herêmê û hewldana têkbirina aramiyê binav kir.

`Qetilkirina Salih El-Hezaa hedefgirtina projeya demokratîk e`
4 sibat, 2021   09:39
QAMIŞLO

Şeva sêşemê, kesên nenas hevseorkê mecliseke herêmî li bajarokê El-Bisêra yê rojhilatê Dêrazorê û endamê Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyê Salih Ebdulhisên El-Hezaa qetil kir.

Têkildarî bûyerê û ji bo şermezarkirina sûcên ku li herêmê pêk tên, meclisên kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê îro daxuyaniyek parve kirin û piştrast kir ku çete hewl didin gelê herêmê bitirsînin. Meclisên kantonê her wiha sersaxî dan malbat û xizmên şehîd Salih.

Hevserokê Meclisa Navçeya Qamişlo Hozan Necdo dauxyanî li pêşiya avahiya meclisê ya li kantona Qamişlo xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di demekê de ku gelên Bakur û Rojhialtê Sûriyê ji bo bidestxistina azadiyê û pêkanîna ewlehî û îstiqrarê li herêmê têdikoşin, her wiha hêzên QSD`ê erkên xwe yên sereke pêk tînin û şaneyên DAIŞ`ê tune dikin, dijberên projeya Rêveberiya Xweser bi hedefgirtina hevserokê bajarokê El-Bisêra û endamê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Salih El-Hezaa hewl didin projeya demokratîk li herêmê têk bibin.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Qetilkirina El-Hezaa sûcekî din li sûcên terorê zêde dike. Her wiha ew sûcek ji sûcên çeteyan e û armancê wê têkbirina îstiqrara li herêmê û tisandina gel e.”

Di dauxyaniyê de sersaxî ji malbat û xizmên El-Hezaa re hate xwestin û hate piştrastkirin ku dê projeya demokratîk dewam bikin, heta ku aramî û îstiqrarê li herêmê were pêkanîn.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ffWT4ScfS5Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>