Wezîrê derve yê Amerîkayê banga avakirina tîma dan û standinê bi Îranê re kir

Wezîrê derve yê Amerîkayê Anthony Blinken ji nûnerê Îranê yê ku nû hatiye erkdarkirin Rob Malley xwest ku tîmekê ji bo dan û standinên bi Îranê re ava bike ku ji diplomat û pisporên xwedî nêrînên cuda pêk tê.

Wezîrê derve yê Amerîkayê banga avakirina tîma dan û standinê bi Îranê re kir
3 sibat, 2021   20:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyek nêzî rêveberiyê, Blinken ji Malley xwestiye ku kesên hişktir têkildarî mijara Îranê bîne. 

Malley dest bi avakirina tîma nû kir. Dema  ku dest bi kar bike, dê stratejiyekê pêş bixe da ku têkiliyên bi Îranê re ji nû ve ava bike.

Li gorî rayedarên Amerîkayê Malley bi hempîşeyên xwe yên ewropî, rayedarên Îsraîlê û dewletên Kendavê re di nava têkiliyan de ye.

(şx)