Rêveberiya Xweser qedexeya derketina derve rakir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya giştî û beşî ya ku ji bo pêşîlêgirtina koronayê ragihandibû, rakir.

Rêveberiya Xweser qedexeya derketina derve rakir
3 sibat, 2021   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser di biryara (27) de, ya ku îro li ser rûpela xwe weşandibû, got:

Li gorî berjewandiyên giştî, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, radighîne;

1-Hemû biryarên ku ji aliyê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî qedexeya giştî û beşî ya ji bo korona (Covid,19) ve hatibûn girtin, têne rawestandin. Ev biryar ji 4/2/2021'an dikeve meriyetê.

2- Ev biryar dê ji hêla her kesî ve were pêkanîn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, cara yekem qedexeya derketinê li herêmên xwe di 23'ê Adara sala 2020'an de, ragihandibû.

(dx)

ANHA