Rêxistineke Misirê sûcên dewleta Tirk ên li bakurê Sûriyê belge dike

Rêxistineke hiqûqî ya misirî amadekariyên gazincên nû li dijî dewleta Tirk dike da ku ji aliyên têkildar ên NY`yê re pêşkêş bike û sûcên li dijî gelê Sûriyê şermezar bike.

Rêxistineke Misirê sûcên dewleta Tirk ên li bakurê Sûriyê belge dike
3 sibat, 2021   07:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya El-Beyan, saziya Maet a hiqûqî ji destpêka meha Sibatê ve şahidiyên kesên ku ji ber sûcên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zirar dîtine, kom dike da ku pêşkêş bike.

Rêxistinê hemleya çavdêriya sûcan û belgekirina wê ragihand. Armanc jê ku destekê bide kesên zerar dîtine.

Gerînendeyê rêxistinê Eymen Eqêl di vê derbarê de wiha axivî: "Armanc ji hemleyê ew e ku balê bikişînin ser sûcên mezin ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî welatiyên sivîl li bakurê Sûriyê pêk anîne, ji talankirina mal û milkên taybet, hilweşandin, talankirina cihên dîrokî û hwd. Ev yek ne li gorî Peymana Laheyê ya 1954`an e."

(bx)