El-Qeftan: Rola Rûsya li hember provakasyonên hikumeta Şamê, neyênî ye

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê got, dewleta Tirk û hikumeta Şamê hewl didin fîtneyan di nava pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxin. Her wiha bang li gelê Sûriyê kir ku roleke baş bilîzin, da ku dûrî planên Enqere û Şamê çareyekê ji aloziya Sûriyê re bibînin.

El-Qeftan: Rola Rûsya li hember provakasyonên hikumeta Şamê, neyênî ye
3 sibat, 2021   08:37
REQA-EHMED ESAF

Hikumeta Şamê û endamên Dîfa El-Wetenî yên girêdayî wê di van demên dawî de hewl dan fîtneyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi derxe.

Girêdayî mijarê, serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan behsa armancên hikumeta Şamê û dewleta Tirk ji derxistina tevliheviyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got, ev yek nîşan dide ku hikumeta Şamê naxwaze diyalogan ji bo bidawîkirina aloziya li Sûriyê pêk bîne.

El-Qeftan da zanîn ku di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de planeke hevbeş a derbekirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye û wiha got: "Dewleta Tirk mîna hikumeta Şamê naxwazin aloziya çareser bikin. Dewleta Tirk û hikumeta Şamê dixwazin temenê aloziyê dirêj bikin û fîtneyê li herêmê derxînin."

El-Qeftan, li ser dorpêça ku hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê ferz kiriye û nakokiya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne axivî. Her wiha îşaret bi rola Rûsyayê kir û got: "Bê gûman girêdanek di navbera dorpêça li ser kantona Şehba û bûyerên li çarguşeyên ewlehî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye. Em dibînin ku di navbera Rûsya û dewleta Tirk de lihevkirinên siyasî hene, mîna çawa li Eyn Îsayê pêk hatiye. Ji ber Rûsya ji QSD’ê xwest ku bajarok an radestî hikumeta Şamê bike yan jî radestî çeteyên girêdayî dewleta Tirk bike."

Îbrahîm El-Qeftan li ser berjewendiyên hêzên navneteweyî wiha axivî: "Em her tim ji gelê Sûriyê re dibêjin ku dewletên îdîa dikin ew dostê gelê Sûriyê ne yan jî garantorê çareserkirina aloziya Sûriyê ne, berjewendiyên xwe tenê li vê xakê dimeşînin. Ji lew re divê şêniyên Sûriyê deriyekî bibînin, da ku aloziya Sûriyê çareser bikin, ew derî jî diyaloga sûrî bi tevahî aliyên Sûriyê re ye."

Li ser bûyerên qetilkirinê ku li Dêrazorê çêbûne, mîna qetilkirina rûspiyên eşîran û hedefkirina karmendên Rêveberiya Xweser, El-Qeftan ev tişt diyara kir: "Tişta ku hikumeta Şamê dike, heger bi zanebûn bûn, an ne bi zanebûn be be, ew e ku dixwaza fîtneyan di navbera pêkhateyên herêmê de çêke, bi taybet di navbera Kurd û Ereb de."

El-Qeftan wiha gotina xwe bi dawî kir: "Her hewldaneke darxistina fîtneyê, dê bi yekitî û biratiyê vemire û em her tim pişta xwe didin biratiya gelan."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oYEIuYHaI60" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>