`Tirkiyê bi hewldana buyerên kuştinê ji nû ve DAIŞ’ê vedijîne`

Berdevka Fermî ya Meclisa Jinan a Minbicê Îbtîsam Ebdulqadir got, dewleta Tirk bi rêya şaneyên veşartî, sûcên qetilkirina jin, kesayetên siyasetmedar û rûspiyên eşîran hewl dide çeteyên DAIŞ’ê careke din li herêmê vejîne.

`Tirkiyê bi hewldana buyerên kuştinê ji nû ve DAIŞ’ê vedijîne`
3 sibat, 2021   09:26
MINBIC-SELWA EBDUREHMAN

Îbtîsam Abdulqadir wiha got: "Ev sûcê terorîst ê li dijî mafên mirovahiyê, ji bo çeteyên DAIŞ’ê yên bi piştevaniya dewleta Tirk ne nû ye. Ji ber dema çeteyên DAIŞ’ê li Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazorê bûn, heman sûcên ku îro li dijî kesayetên siyasî, rûspiyên eşîran û jinan pêk tînin, dikirin."

Îbtîsam Abdulqadir diyar kir ku armanc ji van sûcan ew e ku ewlehî û aramiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya di bin banê projeya neteweya demokratîk de, têk bibin, ji ber ku ew proje li herêmên Sûriyê yên dîtir tune ye.

Îbtîsam Abdulqadir bi domdarî got: "Beşdarbûna jinan di projeya neteweya demokratîk de serkeftineke mezin di qadên navneteweyî de çêkir. Rola jinan di vê projeyê de mezin bû. Her wiha sûca qetilkirina her du endamên rêveber Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr de ji bo şikandina vîna jinan azad û têkoşer bû, li aliyekî din jî ji bo lawazkirina berxwedana wê bû, bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku bi saya têkoşîna jinan hatine rizgarkirin."

‘DIJMINÊN MIROVAHIYÊ HERÎ ZÊDE JINAN ARMANC DIKIN’

Îbtîsam Abdulqadir gelek sûcên li dijî jinan pêk hatine bi bîr xistin, jê jî qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef, yadê Eqîde û şehîd Amara û lîstina bi cenazeyên jinan ji hêla çete û komên bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê. Ji wê zêdetirî êrişa hawayî ya par a li ser malekê li gundê Helincê yê Kobanê ku di encamê de 3 jinên şehîd bûn. Îbtîsam got: "Ev tevahî sûc digel bêdengiya civaka navneteweyî de pêk hatin."

Îbtîsam Abdulqadir destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya berxwedan û têkoşîna jinên ji Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazorê hatin rizgarkirin. Di rizgarkirina herêmên navborî de rola jinan a mezin di têkbirina çeteyên DAIŞ’ê de hebû. Lê ji ber çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk ji hêza jinan ditirsin, van sûcan pêk tînin.

Îbtîsam Abdulqadir piştrast kir ku çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk dixwazin tirs û xofê bixin dilê jinan, da ku rola xwe nelîzin û dengê wan qut bikin. Lê nizanin ku jin di berxwedanê de berdewam in û hêza xwe ji şehîdên ku canê xwe di rêya bidestxistina azadiya jinan, rûmet û jiyana biaramî de wergirtiye.

Îbtîsam Abdulqadir gotina xwe wiha berdewam kir: "Li herêmên Ereb û di nava civaka eşîrtî de, hebûna jinên karker di nava Rêveberiya Xweser de dengvedanek çêkir û bû nemûneyek li tevahî dewletên cîhanê. Jinên di Rêveberiya Xweser de beşdarî tevahî aliyên leşkerî, siyasî û aborî de dibin."

Îbtîsam Abdulqadir li dawiyê bang li tevahî jinên li Sûriyê kir ku li hember aliyên derve yên ku hewl didin dengê jina azad û berxwedanê qut bikin û rêya têkoşînê derbe bikin, hevgirtî bin.

(fr)

ANHA