Piştî 70 rojî ji êrişên li dijî Eyn Îsayê çi qewimî?

Dewleta Tirk a dagirker di hefteya 9’an de êrişên li dijî navçeya Eyn Îsa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike. QSD’ê hewldanên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên xwegihandina rêya M4 têk birin.

Piştî 70 rojî ji êrişên li dijî Eyn Îsayê çi qewimî?
3 sibat, 2021   08:01
EYN ÎSA-ZANA SEYDÎ

Dewleta Tirk û çeteyên wê ji 23’yê Mijdara 2020`an ve bi hewldana dorpêçkirina Eyn Îsayê êriş dan destpêkirin. Ev êriş hemwextî vekişîna hêzên Rûsyayê ji baregehên xwe yên leşkerî li başûrê bajarokê dest pê kir. Lê tevî wê jî çeteyên girêdayî Enqereyê nikarîn ji aliyên rojhilat û rojavayê bajarokê ve bigihêjin rêya M4. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku wan 3 êrişên bejahî têk birin. Di encama wan êrişan de 65 çete ku di nav de leşkerên dewleta Tirk jî hebûn hatin kuştin û 53 jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker bi tank û topan êrişî bajarokê Eyn Îsa û gundewarên wê kir. Di 70 rojan de li taxên Eyn Îsayê, gundên Cehbel, Mişêrfê, Fatsa, Seyda, Mielek, Xalidiyê, Hoşan û kampa Eyn Îsayê 165 nuqteyên topbaran kirin.

Di encama êrişên dewleta Tirk de, şêniyên 6 gundan ji malên xwe koçber bûn û malên li taxên bakur û başûrê bajarokê rûxiyan.

Dewleta Tirk a dagirker gund û taxên Eyn Îsayê ku sivîl lê hene, topbaran kirin, ji ber wê 6 sivîlan jiyana xwe ji dest da, jê jî zarok hebûn û 16 sivîlên din jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker di 2 mehan de 3 bargehên leşkerî li derdora Eyn Îsayê, li bakurê gundên Seyda, Mişêrfê û Mielek ava kirin, tê de radar, kameriyên çavdêriyê, çekên giran hene.

Hîna jî dewleta Tirk a dagirker êrişî bajarok û gundewarên wê dike.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BHG6gFae_pE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>