Ronahî TV: Hikumeta Başûrê Kurdistanê rê nade em buroya xwe li herêmê vekin

Rêveberiya Ronahî TV bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku serî li aliyên pêwendîdar ên hikumeta Başûrê Kurdistanê dane da ku buroyeke xwe li herêmê vekin lê asayîşa hikumeta Başûr serlêdana wan bê bersiv hiştiye.

Ronahî TV: Hikumeta Başûrê Kurdistanê rê nade em buroya xwe li herêmê vekin
3 sibat, 2021   07:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Ronahî TV di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Ji destpêka meha Cotmeha 2020'an ve, Ronahî TV bi rêya nûnertiya xwe ya resen a ku paytexta Swêdê Stocholmê weke navendeke sereke jê re ye, daxwaznameyeke fermî û li gorî prensîb û qanûnên ragihandinê şand ji aliyên peywendîdar ên hikumeta Başûrê Kurdistanê re. Tê de daxwaz kir ku buroyeke Ronahî TV li paytexta herêma Başûrê Kurdistanê Hewlêrê were vekirin da ku bikaribe bi awayekî hêsan û li gorî qanûn û prensîbên ragihandinê karê xwe bike. Lê mixabin di bin behaneya ku Komîteya Peywendîdar ji ber vîrusa koronayê ne civiyaye, Hêzên Asayîşê li Hewlêrê ew daxwazname li cem xwe hiştiye û erêkirina ewlehî nedaye û heta kêliya nivîsandina vê daxuyaniyê ew daxwaz hîna bê bersiv maye û me tu destûr ji bo meşandina karê xwe yê ragihandinê li Başûrê Kurdistanê bi dest nexistiye. Tevî ku desthilata hikumeta Iraqê erê kiriye û ji bo rêkarên fermî me serî li Desteya Rewşenbîran a herêma Başûrê Kurdistanê daye û li gorî fermîteya Başûrê Kurdistanê belgeyên pêwîst ji saziyên peywendîdar hatine xwestin.

Li ser vê bingehê belge dema çû ber destê Asayîşê, heta niha nehatiye erêkirin û tu bersiv nehatiye dayîn. Em wek rêveberiya Ronahî TV dibînin ku tiştên Asayîşa Başûrê Kurdistanê der barê nepêkanîna civîna Komîteya Peywendîdar de gotiye, bihane ye da ku karê televîzyona me li ser xaka Başûrê Kurdistanê qedexe bikin û xebatên xwe yê ragihandinê nemeşîne. Di heman demê de em vê helwestê di cih de nabînin û dixin rêza binpêkirina mafê azadiya ragihandinê û pêkanîna fişarê li ser dezgehên ragihandinê. Em bang li aliyên peywendîdar ên hikumeta Başûrê Kurdistanê dikin ku vê helwesta xwe biguherînin, daxwaza me erê bikin da ku azadiya ragihandinê li wê herêmê misoger bibe. Pêwîst e em bêjin ku televîzyona me karê xwe li gelek bajar û paytextên Ewropa û Ereban bi rêya buro an jî nûçegihanên xwe dimeşîne, lê çima desthilata Başûrê Kurdistanê rê nade ku Ronahî TV buroya xwe li herêma wan veke?”