'Dewleta Tirk û hikumeta Şamê hewl didin kolanê li dijî Rêveberiya Xweser derxînin'

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo got gelek alî hene dixwazin aramî û ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xirab bikin.

'Dewleta Tirk û hikumeta Şamê hewl didin kolanê li dijî Rêveberiya Xweser derxînin'
3 sibat, 2021   02:29
MINBIC – EHMED QERACA

Der barê hewldanên sorkirina gel li dijî Rêveberiya Xweser, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Minbic û gundewarên Mihemed Xêr Şêxo ji ANHA`yê re wiha axivî: "Li herêmên Rêveberiya Xweser aramî û ewlehî hene û jiyankirin têde dibe, ne weke herêmên din ên Sûriyê, bi taybet piştî ku ceza li Sûriyê hate ferzkirin û qanûna Qeyser kete meriyetê."

Mihemed Xêr Şêxo behsa zehmetiyên ku li hember rêveberiyê derketin û ev nirxand kir: "Hin alî hene dixwazin aramî û ewlehiya herêmê xirab bikin. Lê tevî hemû zehemtiyên ku bi awayekî giştî rastî aboriyê hatin lê Rêvberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşde dike. Hemû xizmetan pêşkêş dike, girîngiyê dide rewşa jiyanî ya welatiyan û xebatkarên di nava rêveberiyê de."

Gefên dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê li ser herêmê ji girîngtirîn zehmetiyên ku rastî Rêveberiyia Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevgera DAIŞ`ê û şaneyên wê yên veşarî, tên.

Mihemed Xêr Şêxo wiha domand: "Tevî zehmetiyên di aliyê aborî de jî lê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava aramî û ewlehiyê de dijîn."

Mihemed Xêr Şêxo diyar kir ku gelek alî hene dixwazin aramî û ewlehiya herêmê xirab bikin û armanca wan ku projeya Rêveberiya Xweser ku li Sûriyê bûye mînakeke balkêş, têk bibin.

Mihemed Xêr Şêxo tekez kir aramî û ewlehiya li herêmê ne li gorî aliyên derve ye û di serî de dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta Şamê, ji ber wê jî bi hemû şêwazan dixwazin vê aramiyê têk bibin û tevlîheviyê di navbera pêkhate û netewên li herêmê de, derxînin.

Mihemed Xêr Şêxo behsa tevlîheviya dawîn ku li bajarê Hesekê û Qamişlo rû da kir û ev tişt got: "Komên El-Dîfa El-Wetenî hewl didin rewşê li herêmê tevlîhev bike."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Minbic û gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo di dawiyê de anî ziman ku armanc ji êrişên dewleta Tirk li ser herêmên sînor li eniyên bakur û rojavayê Minbicê ku tevlîheviyê û tirsê di nava şêniyan de derxîne.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OP6cavueiP4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>